Fatma li Silopiya ji aliyê jinan ve hat oxirkirin

13:12

JINHA

ŞIRNEX- Li Silopiya Cenazeyê Fatma Yigit a ku ji alî polêsan ve li ber derê xwe hatibû qetil kirin ji aliyê bi hezeran kesî ve hat pêşwazî kirin û li ser milê jinan hat ogirkirin.

Li Navçeya Silopya Şirnexê Cenazeyê Fatma Yigit a ku du roj berê di encama bombebarana weseyitê zirxî de li ber derê mala xwe birîndar bûyî û dure jiyana xwe ji dest da bi girseyî hat defin kirin. Cenazê Fatama Yigit duh piştî kar û barên otopsiyê dan malabata wê. Bi sedan wesayit cenazê Fatma li Gundê Nerex pêşwazî kirin û anîn mizgefte Mekeyê. Li vê derê girseya ku piraniya wan jin bûn bi tilîlî û dûrişman canaze pêşwazî kirin. Piştî wecibeyên olî canazê Fatma li ser milê jinan heya goristana Şehidan hat hilgirtin. Bi hezaran kes li pey cenazê Fatma dûrişmên “ Şehîd namirin”, ” Bijî Serok Apo” û “Rê heval Fatma nemire” qiriyan. Li goristanê merasimek ji bo Fatma hat li dar xistin.

‘Ti Ferqa AKP’ê û DAİŞ’ê tine ye’

Di merasima ji bo şehîdê tekoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de axaftina despêkê Hevserokê MEYA-DER a Cizîrê Mele Qasim Yigit kir. Mele Qasim diyar kir ku keç û xortên vî welatî destana dinivîsînin û wiha axivî: "Her bostek axa Kurdistanê bi xwîna Fatmayan hatiye avdan. Ev şeref şerefek giran bihaye.” Mele Qasim da zanîn ku kesên Fatma qetil kirine û çeteyên DAİŞ’ê di heman hişmendiyê de ne û wiha got: "Ti ferqa wan û DAİŞ’ê nine şevê din ji ciwanek me li Hezexê qetil kirin. Eger em li hember vê wehşetê nebin yek ewê her roj me qetil bikin."

‘Emê hemû bibin bombe û bi hişmendiya AKP’ê de bi teqin’

Piştî Mele Qasim Hevseroka Meclisa Gel a Silopiya Pakîze Nayir axivî û pirsa “Emê heya kengê werin qetil kirin" kir û wiha got: "Dijminê me yê hov û bêbext disa hovîtiya xwe nişanê me da. Ciwanekî meyê dinê bê gûneh hat qetil kirin.” Pakize anî ziman ku her yek ji wan Fatmayekin û wiha pêde çû: "Her yek ji me bombeyeke; emê xwe di mêjiyê AKP’ê de bidin teqandin. Bila êdî gel şiyar be. Her welatiyek divê bi rihek fadai li berxwe bide û xwe û cinarê xwe bi parêze. Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe emê berxwe bidin û ewê aqubeta Sedam li serê Erdogan be.”

‘Fatma ne şervanek bûka salê bû’

Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî axaftinek kurt li vê derê kir û destnîşan kir ku şerek tê meşandin û ev şer şerek bê ehlaqî tê meşandin. Faysal behsa qetilkirina Fatma kir û bilêv kir ku Fatma piştî li mala xwe hatiye birîndar kirin malbata wê xwestiye wê rake nexweşxanê lê hatiye asteng kirine.

Piştî Faysal mamê Fatma İsmail Yigit axivî û diyar kir ku Fatma ne şervanek bûye bûka salê bûye û ev tişy anî ziman: "Fatma ne yeke, Fatma Gelekin îro li Kurdistanê bi sedan Fatma li berxwe didin û em soz didin ku emê li pey doza xwe û keda xwe bin.”

Di merasima cenaze de dayika Fatma destê xwe avêt darbesta keçe xwe û wiha got: “Keça min rabe xeriba min rabe bêje ‘Ez nemirî me’” di dema axaftina dayîka Fatam de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Piştî axaftinan cenazê Fatma sipartin axê.

(ma/zt)