Ji KJA yê peyama sersaxiyê ji bo qirkirina Parisê
13:34
JINHA
AMED - KJA yê qirkirina Parisê ya ku têde 153 kesan jiyana xwe jidest dayî şermezar kir û ji xizmên kesên di qirkirinê de jiyana xwe jidest dayîn re sersaxî xwest.
Kongreya Jinen Azad (KJA) yê qirkirina Parisê ya ku têde153 kesan jiyana xwe jidest dayî şermezar kir û bi peyamekê ji xizmên kesên di qirkirinê de jiyana xwe jidest dayîn re sersaxî xwest. Peyam wihaye: "Bi xemgînîyek kûr em agahdar bûn ku li Firansa yê komkujîyeke dijwar pêk hatiye. Em vê êrîşê ne tenê li ser Firansayê li ser hemû jin û mirovehiyê qebûl dikin. Sazî û dezgehên ev komkujiya pêk anîye em ji Şengal, Kobanê, Amed, Pirsûs û Enqerê û ji jinên bi darê zorê desteserkirine de nasdikin.
Em wekî KJA DAIŞÊ’ê; zilma zihniyeta serdestiya zilam ku di dîrokê de heta îro li ser jinê domandiye dinirxînin. DAIŞ bêbextiyeke li dijî têkoşîna jinê û mirovahiyê ya gerdûnî ye. Bi van hestên xemgîn, em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest daye re ser saxiyî ji yên birîndar re jî şifayê dixwazin."
(zt)