Li Farqînê konên berxwedanê hatin vedan

13:35

JINHA

AMED - Di roja 12'an a berxwedana Farqînê de li qada vale ya piş şaredariyê konên berxwedanê hatin vedan.

Her roja diçe berxwedana Farqînê mezin dibe. Ji çar aliyan welatî ji bo alîkariya gelên di taxên dorpêçê de diherikin Farqînê û tevlî berxwedanê dibin. Welatiyan li bember êrîş û hewlên qirkiriyê yên li ser taxên dibin dorpêçê de dest bi vedana konên berxwedanê kirin. Welatiyan diyar kirin ku heya êrîş hebin dê konên berxwedanê berdewam bikin û gel diherikin konan.

Li aliyê dinê jî welatiyên li ber şaredariyê kombûn dê heya ber qeymeqamiyê bimeşin û paşê jî ber bi taxên dibin dorpêçê ve bimeşin.

Ji serê sibê de li navenda navçeyê polîsan ser gelek malan de girtin.

Hîna serdegirtinên malan berdewam dikin.

(bc-ny/zt)