Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê ji bo qirkirina Parisê rêz girtin
13:36
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya hefteya 357'emîn de balkişandin ser hewldanên komkujiyê yên li Farqînê û gotin, "Bêdengiya li ber êrîşên li ser gelê Farqînê rewşek xetere ye" û qirkirina Parisê şermezar kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ji hêla JİTEM'ê ve hatine winda kirin bipirsin di hefteya 357'emin de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Dayikan, wêneyên kesên hatine winda kirin rakirin û "Albuma şehidan" li qadê vekirin. Ji bilî Dayikên Şemiyê, xizmên kesên di rojên qedexe kirina derketina kolanan de li Cizîrê hatine qetil kirin ji di çalakiyê de amade bûn.
Li ser navê dayikan, rêvebirê MEYA-DER'ê Weysî Durgut çiroka Zahit Salgut ê di sala 1989'an de ji hêla leşkeran ve hatiye qetil kirin vegot. Weysî diyar kir ku Salgut li zozanên Şirnexê pez xwedî dikir û got dema Salgut li ber pez e, leşker tên konên wan û pirsa wî ji hevjîna wî dikin. Weysî anî ziman ku leşkerên pirsa Salgut kirine, li hevjîna wî xistine û heqaret lê kirine. Weysî bilêv kir ku piştî leşkeran zaniye Salgut li ber pez e, çûne wir û bê pirs 3 gule berdane serê wî û ew kuştine. Weysî destnîşan kir ku piştî leşkeran Salgut kuştiye cenazeyê wî heta wesayîta leşkerî kaş kirine. Weysî ani ziman ku hevjîna Salgut bi zorê cenazeyê hevjînê xwe ji leşkeran standiye û got dema Salgut hatiye qetil kirin leşkerên ku şahidiya bûyerê kirine hene. Weysî da zanin ku li gori agahiyên leşkeran, fermana kuştina Solgut, Fermandar Murat Candan daye.
Nûnerê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) Abdulkerim Pusat bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrîşên li ser gelê Farqînê da û diyar kir ku divê hemû kes xwedî li Farqînê derbikeve. Abdulkerim da zanin ku li pêş çavê hemû kesan li Farqînê komkuji tê kirin lê kes deng dernaxe. Abdulkerim bangawazî kir ku hemû kes ji bo Farqînê deng derbixe û got "Bêdengiya li dijî êrîşan rewşek xetere ye."
Piştî axaftinan dayîkan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û her wiha ji bo kesên di komkujiya Parisê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin.
(ma/zt)