Amed sibê ber bi Farqînê ve dimeşe

14:00

JINHA

AMED - Rêxistina Bajêr a DBP'a Amedê ji bo qedexeya derketina derve ya Farqînê protesto bike sibe meş lidardixe.

Li Farqînê ev 12 roj in qedexeya derketina derve berdewam dike. Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî ji bo protestoya qedexeyê û windahiya can, sibe meş lidardixe. DBP ragihand ku dê sibe saet di 14.00'an de li rêxistinên navçeyên Peyas, Rezan û Yenîşehîrê
girseya ku kom bibe heya ber AZC Plaza ya Ofîsê bimeşe.

DBP bang li herkesî kir ku tevlî meşê bibin û deng bidin Farqînê.

(zt)