Li Farqînê di roja 12'an de dorpêç rabû

15:01

JINHA

AMED - Li Farqînê di roja 12'an de 'qedexeya derketina kolanan' hat rakirin. Gelê di berxwedanê de ber bi taxên dibin dorpêçê ve meşiyan. Welatiyên ku temaşeyî paşde vegera wesayîtên zirxî dikirin gotin; "Çawa hatin wiha çun."

Li navçeya Farqîna Amedê 'qedexeya derketina kolanan' a ku di 3'ê yê mijdarê de despêkirî di saet 14.00'an de rabû. Di 12 rojan de dibin dorpêçê de 7 kes qetilkirin, welatiyên di ber xwedanê de ber bi taxên Tekel, Mescit û Konakê yên ku bi rojanin jê agahî nedihatin girtin ve meşiyan. Girseya ku di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî dema ku ber bi taxên dibin dorpêçê de bûn ve meşiyan li ser Cadeya Gaziyê pêşiya wan hat girtin. Dema ku bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin, gel bersivdan û li ber xwe dan û duruşmên weke "Bi berxwedanê emê serkevin" û "Bijî berxwedana Farqînê" bilindikirin. Gelek akrep, ural û TOMA hatin cihê bûyerê. Li gel êrîşan jî gel berxwedanek mezin nîşan da û li ser Cadeya Azizogluyê bi tilîlîyan û duruşmên "Bijî berxwedana Farqînê" ketin hindirê taxan.

Dema ku girseya gel ketin hindirê Taxa Tekelê gotinên nijatperestiyên hêzên tayîbet li ser dîwaran nivîsîne li ber çavan dikevin.

Li aliyê dinê bi wesayîtên zirxî û tankan ji Farqînê derketin. Welatiyên ku li ser rê temaşeyî paşdevegera wan dikirin gotin: "Çawa hatin wiha çun." Li ser Cadeya Amedê bi hezaran wesayîtên leşkerî ji nava bajêr derketin welatiyan li ser cadê duruşmên weke "Qatîl ji Kurdistanê derkevin" û "Bijî berxwedana Farqînê" bilind kirin. Di dema welatiyan bertek nîşan didan de leşkeran çek kêşan welatiyan.

12 rojin leşkeran bi tang û topan 3 tax xira kirine. Cardin di dema derketina tankan de wesayîtên zirxî ji bo belavbûna welatiyên li ber şaredariyê kombûyîn anons dikin. Lê gel bi duruşmên "Emê bi berxwedanê serkevin" bersiva anonsên wan didin.

(bc-ny/zt)