Li Girê Sipî Navenda Civaka Demokratîk hat vekirin

18:29

JINHA

GIRÊ SIPÎ - Li Girê Sipî Navenda Komîta Civaka Demoqratîk bi şahiyekê hat avakirin.

Li bajarê Girê Sipî yê Kantona Kobanê navenda Komîta Civaka Demoqratîk bi şahiyekê hat avakirin. Di şahiyê de wêneyên şehîdên Kobanê û aşayên SZK,YPG û YPJ hatin hildan. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Di şahiya bi girseyî welatiyên bajêr beşdarbûyî de li ser navê DEV-DEM'ê Ferhad Dêrik axaftinek kin kir. Li ser navê Komîta Civaka Demoqratîk Zinar Amed jî di derbarê giringiya vekirina saziyan wan de nirxandin kir.

Rêvebera Yekîtiya Star Bihar Ehmed jî di derbarê giringiya rolê jinan di nava saziyan û tevahiya jiyanê de nirxandin kir û got: "Jin hîmê bingehîn ê jiyanê ne, ji bo wê jî divê jin di ferqa vî rolê xwe debin."

Piştî axaftinan koma dîlanê ya Şehîd Perwîn derket ser dikê û dîlanên herêma Girê Sipî lîstin.

Di şahiyê de mamostayên bajêr birwanameyên xwe girtin.

(rê/zt)