Ji bo polîsan JINHA 'Guya ajansa çapemeniyê' ye (!)
20:01
JINHA
STENBOL - Serê sibê dema ku Nûçegîhanên Oyku Dîlara Keskîn û Ceren Karlidag çalakiya îşkala konsolonsên Îngiliz û Elmanan dişopandin hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de bi gotinên "guha ajansa çapemeniyê ye" ajansa me weke "ajansek îlegal" dîtine û kartên nûçegiyanên me jê sitandine. Ajansa me ya ku dozgeriyê jêre "îlegal" gotî li gelek bajarên Tirkiyê bîroyên wê hene, ji gelek deverên cîhanê nûçegihanên dildar têde dixebitin û Ajansa Anadoluyê gelek caran weke "di cîhanê de yekem" nûçe çêkirine.
Li Stenbolê endamên ESP'ê û SGDF'ê ji bo civîna G20 ya Antalyayê û terora dewletê ya li Farqînê protesto bikin li ber sefaretên Îngîlîstan û Elmanya çalakî lidarxistibûn û polîsên êrîşê çalakiyê kirin di nav de nûçegîhanên ajansa me ya JINHA'yê Oyku Dîlara Keskîn û Ceren Karlidag jî di navê de 8 kes binçav kirin. Ji 8 kesan 7 kes serbest hatin berdan, kesê bi navê Mahsut Toprak bi hinceta lêgerîna wî heye sewqî dozgeriyê hate kirin.
Di girtega ku derbarê bûyerê de hatiye nivîsandin de nirxandinên balkêş heye. Di girtegê de ji bo ajansa jin a JINHA'yê, "Qaşo ajansa çapemeniyê" hatiye nivîsîn.
Dozgerî: JINHA ajanseke îllegal e
Her du nûçegîhanên me Dîlara û Ceren, bi sedema ku îfadeyên wan şaş hatiye nivîsandin, girtegê îmze nekirin. Dozgeriya Stenbolê jî ji qereqolê re nivîsek şand û ji ber ku di nivîsa dozgeriyê de "JINHA ajansek îllegal e" hatiye nivîsîn, polîsan dest danî ser qertên nûçegîhanan.
(zt)