Li Şengalê gora komiya têde 80 jin hene derket holê
20:08
JINHA
ŞENGAL - Piştî azadiya Şengalê li ser vegotina jinên ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin gorek komiya têde bi dehan jin hatîn înfazkirin derket holê.
Piştî azadiya Şengalê li ser gorek komiya ku têde bi dehan jin hatîn înfazkirin derket holê. Ji ber ewlehiyê heya niha gora komiya hatî dîtin nehatiye vekirin. Li ser vegotina jinên ciwan ên ji destê DAIŞ'ê hatîn rizgarkirin gora komî deket holê. Li gorî şahidan jinên di nava goristanê de temenê wan di nava 40 û 80'an denin, hat zanîn ku di wê gorê de cenazê 78 jinan hatin dîtin.
Emdama meclsia Şaredariya Şengalê Miyaser Haci jî got: "Tê dîtin ku terorîst tenê dixwazin dest danin ser jinên ciwan.
Berpirsekdin a Şengalê Mahma Halil dema ku wan gor vekiriye cenazê 80 jinan dîtine.
Di 3'ê yê Tebaxa sala 2014'an dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin bi hezaran welatî neçarman ji cîh û warê xwe koçber bûn. Di êrîşê de çeteyan bi hezaran jin û keçên ciwan girtin û revandin.
Hîna ji 4 hezar jinan û zarokan agahî nayê girtin.
(ta/zt)