Li Cizîrê cardin qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin

21:01

JINHA

ŞIRNEX - Li du tazên Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.

Di saet 21.00'an de li taxên Yasef û Surê yên navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di biriyara Walîtiya Şirnexê ya ser sîteya înternetê belavkirî de wiha ye: "Di 14,11,2015'an (Îşev) saet di 21.00'an de li navçeya me Cizîrê taxên Sur û Yasefê ji bo parastina can û malê gel me bi qanûna navendê ya 5442 11/C yê heya fermanek dinê neyê dayîn qedexeya derketina kolanan îlan kiriye."

Welatiyên ku ji bo pîrozbahiya azadiya Şengalê li kolanan bûne, bertek nîşanî anonsên wesayîtên zirxî dan.

Gel guhê xwe nedan anonsan bi tilîlî, govendê û duruşmeyan azadiya Şengalê pîroz dikin.

Cizîra ku berê sê caran lê qedexeya derketina kolanan hatî îlankirin di meha îlonê de 9 rojan dibin dorpêçê de mabû û di bin dorpêçê de ji zaroka 35 salî heya kalê 75 salî 21 kes hatin qetilkirin.

Îro cara 4'an li Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

(ma/zt)