Jinên Til Temir piştgiriya xwe ya ligel Hêzên Sûriya Demokratîk anîn ziman

09:18

JINHA

TIL TEMIR - Ji bo hemleya rizgarkirinê a ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve li bajarê Hesekê, jinên bajarê Til Temirê nêrînên xwe anîn ziman û hêviyên xwe ên serkeftinê parvekirin.

Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk silav kirin û wiha gotin: "Avabûna hêzek bi vî aweyî pîroze. Hemû pêkhatiyên Rojava û Sûriyê cihê xwe di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de digrin û bi armanca rizgarkirina axê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin. Em di wê baweriyê dene ku ev hêz dê bi serbikeve û yekîtiya gelan bi sayê vê hêzê dê bi hêztir bibe."

'Di encama serkeftinên mezin de ev hêz li Rojavayê Kurdistanê pêk hat'

Jina bi navê Hayistan Xelef derbara berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk de axivî û diyar kir ku avakirina hêzên Sûriya Demokratîk pêngavek gelek girînge û wiha domkir: "Di encama serkeftinên mezin de ev hêz li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Ev hêz dê tevahî gelê Rojava û Sûriyê ji dagirkerî û qirêjiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike. Wek em dibînin zêdetirî 15'e hêzan hatine gel hev û bûne hêza avakirin û parastina jiyana gelan. Bi sayê vê hêzê hemû gel wê di nava aramî û aştî de bijîn. Ji ber vê jî divê hemû hêz û gel piştgirî bide Hêzên Sûriya Demokratîk da ku hemleya rizgarikirinê bi serbikeve."


'Tevahî pêkhatî di nava vê hêzê de nûnertiya xwe dibîne'

Fatma Silêmen jî wiha got: "Di serî de em serkeftinê ji Hêzên Sûriya Demokratîk re dixwazin. Em ji avabûna hêzek wiha hevbeş gelek kêfxweşin. Tevahî pêkhatî di nava vê hêzê de nûnertiya xwe dibîne. Ji ber ku şervanên Kurd, Ereb, Turkmen û Sûryanî di nava vê hêzê de hene, me gelek kêfxweş dike. Ji ber vê çi derfet ji destê me bê em ê piştgirî bidin. Em ji bo xizmet û xwedî derketina wan şervanan amede ne."

'Mirov xweşî li welatê xwe nebîne li tu cihê din nabîne'

Şêrîn Hemîd jî qala koçberiya gel û zehmetiyên ku ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê jiyan kirine kir û wiha pêde çû: "Gelek welatiyên Kurd û Ereb ji ber êrîş û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçber bibin û di nava şert û mercên zehmet de bijîn. Bi sayê hêza parastinê dê hemû axên me ji zilm û dagirkeriya çeteyan rizgar bibe. Şoreşa Rojava her ku diçe pêngavên meztir di dîroka xwede davêje. Avabûna Hêzên Sûriya Demokratîk di encama serkeftin û berxwedana Rojava de pêk hat. Kesên ku koçberbûne divê ji bilî revê têkoşînê esas bigrin. Ji ber ku cihê ku diçinê jî xweşî nabînin, mirov xweşî li welatê xwe nebîne li tu cihê din nabîne."

Di dawiyê de Şêrîn ji Hêzên Sûriya Demokratî re serkeftin xwest û berxwedana wan silav kir.

(za/rc)