Ji bo Arjîn baş bibe pêdiviya wê bi alîkariya aboriyê heye
09:18
JINHA
COLEMÊRG - Dayîka Arjîna 11 salî Seyran Acar da zanîn ku ger Arjîn neyê derman kirin dê rewşa wê ne baş bibe, ji bo dermankirinê jî pêdiviya wan bi alîkariya aboriyê heye.
Seyran Acar a dayîka 3 zarokan e li taxa Gaziyê ya Colemêrgê dijî. Zaroka Seyranê Arjîn a 11 salî dima 7 salî bûye êşa amuslkê ango lokodistrofiyê girtiye. Seyran destnîşan kir ku wan Arjîn li gelek nexweşxaneyan gerandiye lê ji bo derdê wê çare nedîtiye û wiha domand: "Min 3 zarok hene. Arjîn hîna 7 salî ev êşa masulkê girt. Me li gelek newşxaneyan gerand lê tedawiya wê li tirki tune ye. Bijîşk jî dibêjin divê Arjînê bibin Ewropayê ji ber ku li tirkiyê tedawiya wê tune ye, encex li ewropayê bê derman kirin. Aliyê abori de me hemu tişt kirin lê têra menekir, em niha pir zehmetiyê dikşinin. Arjîn, êşek pir zehmet derbas dike. Gava ku ew janê dikşine kezeba min dişewite. Arjîn, pir biçuke. Emdixwazin di aliyê aborî de alîkariya me bêkirin ji bo em bikarin Arjînê tedawî bikin. Ji ber ku her diçe rewşa Arjîn giran dibe, her diçe dihele. Ji bo wê jî divê zu bê dermankirin. Lê di aliyê aborî de hêza me ya dermankirina wê nîne."
(zyd/zt)