Ji jinên Hemşinê piştevaniya ji bo parastina cewherî

09:20

Ceren Karlıdag/JINHA

STENBOL- Endama HADÎG ê Elif Altunkaya diyar kir ku herî zêde pêdiviya gelê Deriya Reş bi rêveberiya cewheriya li gelek bajarên Kurdistanê hatî îlankirin heye û got: "Divê zarokên zeriyayê û çiyayan dest bidin hev û bi hev re li parastina cewherî xwedî derkevin."

Parastina cewheriya ku di serî de li Sur, Cizîr, Farqîn û Girmgimê li gelek navend û navçeyên Kurdistanê hatî îlankirin dewlet hewildide bi qirkirinan vemirîne di heman demê de ji bo gelên dinê bûye hêviya jiyanê. Li rojhilatê Deriya Reş jî hewildidin ziman, çand, gelî, newal û zozanên wan tine bikin. Ji gelê Hemşinê Elif Altunkaya da zanîn ku herî zêde rêveberiya cewherî li gorî gelên Deriya Reş yên ku hewildidin ziman û newalên xwe xwedî derkevin e û wiha domand: "Rêveberiya cewheriya ku li Kurdistanê hatî îlankirin divê em jî xwedî lêderkevin."

'Çima bi zimanê Hemşinî perwerde neyê dayîn?'

Elif destnîşan kir ku di salên zanîngehê de ew ketiye ferqa ziman û çanda xwe de û wiha berdewam kir: "Hevalên min ên bi kurdî dipeyîvin tekoşîna vê didin. Di malên me de jî zimanek cuda tê axaftin, çima ev ziman nebe zimanê perwerdê?" Elif bilêv kir ku Komeleya Lêkolînkirin û Dayîna Jiyankirin a Çanda Hemşinî (HADÎG) hatiye vekirin û ew li wê tekoşîna xwe berdewam dikin.

'Kurdan giringiya rêxistina xwe ya cewherî nîşanda'

Elif anî ziman ku di sala 1915'an de qirkirina ermeniyan bandor li ser welatiyên Hemşinî jî kiriye û wiha dom kir: "Hemşinî jî zoravayek ê ermeniye, ew jî di qirkirina ermeniyan de mexdur bûye. Salên demdirê ji xwe girêdayî Hemşinî tekoşîn nebûye. Lê tekoşîna kurdan, daxwaz û îsrara wan rêxistina wan a cewherî çiqas bihêze nîşanî hemû gelan da."

'Herî zêde pêdiviya me bi rêveberiya cewherî heye'

Elif derbirî ku herî zêde pêdiviya gelê Deriya Reş bi rêveberiya cewherî heye û wiha pêde çu: "Îro bêyî ku ji gelên herêma Deriya Reş bipirsin wan talan dikin. Bi projeyên HES'ê û kotayên çayê dayîna zorê ya jiyana hemû zindiyên li wê dijîn nîşan dide. Ji bo wê jî herî zêde pêdiviya me bi parastina cewherî heye."

'Bertekên dayîka Havva rêveberiya cewheriye'

Elif gotinên Dayîka Havva yên weke "Walî, qeymeqam û dewlet kiye? yên li hember Projeya Yeşil Yolê bibîrxist û bilêv kir ku bertekên Dayîka Havva pêdiviya bi rêveberiya cewherî derxistiye holê. Elif diyar kir ku ji bo gelê Hemşinî li çand, ziman û xwezaya xwe xwedî derkevin divê rêveberiya xwe ya cewherî avabikin. Elif da zanîn ku divê qirkirinên dewletê yên li ser herêmên ku parastina xwe ya cewherî îlankirine ji aliyê hemû gelan ve neyê pejirandin û hemû gel bertekên xwe nîşan bidin.

'Bila zarokên zeriyayê û çiyayan destê xwe bidin hev...'

Elif gotinên pir tên karanîn ên weke "Kurdan û Lazan zeriya nedîtine" bibîrxist û got: "Divê zarokên zeriyayê û çiyayan destê xwe bidin hev û bi hev re tekoşînê bilind bikin. Divê gelê Hemşinî rêveberiya cewheriya li Kurdistanê hatî îlankirin ji bo xwe mînak bigire. Ji derveyî parastina cewherî ti rêya gelên weke yên dinê tên dîtin nîne. Ji bo ku em jî li nasname û xwezaya xwe xwedî derkevin divê em jî bingehê parastina xwe ya cewherî danîn."

(zt)