Sekvanên YPJ-Şengal gundan ji çeteyan paqij dikin
09:22
Tugba Akyılmaz / JINHA
ŞENGAL - YPJ Şengal di hamleya rizgariya Şengalê de gundan paqij dikin û bûyîna tirsa xewnên çeteyên DAIŞ'ê berdewam dikin.
Piştî azadiya Şengalê şervanan dest bi hamleya paqijkirina gundan kirine, girên derdora Şengalê jî paqijkirin. Jinên sekvan ji girên bilind de darbeyên giran li çeteyan didin.
Ji jinên sekvan Sarya Çiyager got: "Belê Şengal azad bû, lê karê me neqediyaye, karê sereke ji niha û şon de despêdike. Heya ku gundên Şengalê neyên azadkirin, Şengal ne di ewlehiyê dene. Her wiha piştî azadiya gundan jî ji bo ku carekdin em fermanan nejîn divê em jinên Êzidî gelek bi baldarî tevbigerin. YPJ Şengal ji bo ku êşên din neyên jiyandin hêza ewlehiya gelê meye."
(zt)