Êzidiyên li Kampê: Emê vegerin Şengala azad
12:24
Sarya Gozuoglu - Mizgin Tabu / JINHA
AMED - Piştî ku hêzên kurd Şengal ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin li her derê di nava Êzidiyan de şahiyê despêkir. Murrê Bekke kêfxweşiya xwe ya azadiya Şengalê ji aliyê hêzên kurd ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê wiha anî ziman: "Tenê alaya li çiyayê Şengalê nemîne alaya PDK'ê ye. Dema ku pêşmergeyan em hêlan wê demê alaya DAIŞ'ê li Şengalê hildayîbû. PKK'ê bi rojan şer kir, DAIŞ û alaya wan ji Şengalê derxistin. Li Şengalê alaya me li ba dibe."
Hêzên parastinê yên kurdan ji bo azadiya Şengalê ji destê barbarên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Şengalê qetluam kirin operason dan despêkirin. Gerilayên HPG'ê û yekîneyên YBŞ'ê ketin Şengalê û azadiya Şengalê îlan kirin. Wargeha Êzidiyan a pîroz Şengal gihişt azadiya xwe. Gerilayên HPG/YJA-STAR û hêzên YBŞ, YPG/YPJ û pêşmergeyan ji bo Şengala têde qirkirin hatî kirin operasona azadiyê dan despêkirin, çeteyên xwînxwar derxistin û ketin Şengalê. Welatiyên Şengalê yên li Kampa Şengalê ya Fidanligê ya girêdayî Yenişehîrê dimînin piştî azadiya şengalê kêfxweşiya ku jiyankirin anîn ziman û xwestin hema vegerin warên xwe. jina binavê Hazar Kasim kêfxweşiya xwe ya azadiya Şengalê wiha anî ziman: "Em dixwazin axa me weke berê azad bide. Ji bo ku weke berê bibe divê em gelek tekoşînê bikin. Dema ku axa me weke berê bibe em dixwazin vegerin. Heta hinek niha vegeriyane jî. Em jî dixwazin ser axa xwe bijîn. Em mindarê PKK, YPG û YPJ'ê yên axa me azad kirine."
'PKK'ê DAIŞ ji Şengalê derxist niha alaya me libadebe'
Murrê Bekke jî destnîşan kir ku ew hevgirtina gelan dixwazin û wiha domand: "Yên em dane destê dijmin, yên bûyî sedema qetilkirin û revandina bi hezaran mirovan û tayîbetî jî revandina bi hezaran jinan bila şerm bikin. Bi hezaran pêşmerge li Şengalê hebûn, hemû reviyan. Em dan destê qatîlan. Dema ku li hesabê wan tê Êzidî kurdên binirxin, dema ku li hesabê wan neyê jî em bê nirxin. Xebarê me jî ji wan nebû, dema ku PKK nebana yek tenê jî ji me rizgar nedibû. Niha jî PKK, YPG, YPJ û YBŞ Şengal azad kirin dibêjim serketin."
Murrê bertek nîşanî gotinên Mesut Barzaniyên weke di dema azadiya şengalê de tenê pêşmergeyan şer kiriye da û got: "Tenê alaya ku çiyayên Şengalê nikare rake ya PDK'ê ye. Dema ku pêşmergeyan em li Şengalê hêlan wê demê alaya DAIŞ'ê li Şengalê bilindkirîbû. PKK'ê birojan şer kir DAIŞ û alaya wan ji Şengalê derxistin. Niha li Şengalê alaya me liba dibe. Gelo Mesut Barzanî dikare înkara çî bike. Li wê nêzî sed şehîdên PKK'ê hene, hemû li ser wê axê hatine veşartin."
'Ti mafê Mesut Barzanî û pêşmergeyên wî li ser axa Şengalê nîne'
Murrê bilêv kir ku dilê wê her dem bi hevgirtina hêzên kurdan re lêdide û her dem ji bo wan duayan dike û wiha berdewam kir: "Keça min jî hem li Kobanê û hem jî li Şengalê şer kir ji bo azadiya axa xwe. Ger Mesut Barzanî yekîtiya gelan dixwaze derê me vekiriye bila bê, lê dema ku bi nêzîkatiyên Şengal ya me ye, hêzên me wêderê azad kiriye em qet napejirînin. Ti marê Mesut Barzanî û hêza wî li ser wê axê nîne. Tenê derê Şengalê ji hêzên parastina gelan re vekiriye. Dema ku hêzên me YBŞ, YPG, PKK, HPG û YJA-STAR bimîne emê ticarî êdî axa xwe bernedin, lê baweriya me bi pêşmergeyan nîne. Dê êdî Êzidî Şengalê biparêzin û dê ew bibe cihek xweser, yan jî şerê me naqede û emê azad nebin. Şengal giyana meye. Çiyayên Şengalê tenê yê Êzidiyane, ne yê ti kesên dinêye. Hemû cîhan dizane çawan Şengal hat rizgarkirin. Lê hemû cîhanê çavê xwe ji Rêber Apo û Êzidiyan re girtiye. Heya dinya hebe hemê li peyî doza Rêber Apo bin. Yên li wê şer dikin zarokên mene. Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin."
Li Şengalê alaya PKK'ê liba dibe'
Êyzan Eylan Hisên Ahlîsûnnî, jî bilêv kir ku PKK'ê Şengal rizgar kiriye û wiha dom kir: "Ez hêvîdarim hemû axên ku DAIŞ li serin bên rizgarkirin. Em dixwazin vegerin warên xwe. Em ji bo hemû şervanan duayan dikin û em gelek kêfxweşin. Em dixwazin Şengal weke berê bibe û em weke berê bikarin ser bijîn. Em dixwazin li gel me PKK jî di Şengalê de bimîne. Em dixwazin hemû Şengaliyê belavbûne vegerin li kî devera cîhanê bin bila bên ser axa xwe. Em niha li vêderê başin, lê gelek li bajar û ewlatên cuda belavbûne, birçî û tên dijîn. Divê em niha hemû vegerin axa xwe ya azad. Em bi qurbana PKK'ê bibin ji bo me rêvekir û Êzidî rizgar kirin. Emê li Şengalê alaya PKK'ê bihejînin. Despêkê xuda paşê jî PKK'ê em rizgar kirin. Keçikên biçuk bi doşkayan hatin ji bo me rê vekirin, em rizgar kirin, hemû weke gulan bûn. PKK'ê gelek şehîd da. Hêzên YPG, YPJ, YJA STAR bi hev re ketin tevgerê. Dê her dem yekîtiya wan berdewam bike bi baweriya azadiya Rêber Apo."
'Em dixwazin Şengalê ji nû de avabikin'
Minîfa Osman jî anî ziman ku ji bo azadiya axa hatî hilweşandin ew gelek şanaz bûne û wiha axivî: "Her tiştên me wêran kirin. Em niha dixwazin her tiştî ji nû ve avabikin. Di serî de xuda paşê gerila em rizgar kirin. Emê niha hemû vegerin. Dibe ku em cardin xizim û cîranên xwe bibînin. Em bi hêviya carekdin dîtina Şengalê dijîn. Heya em hêza xwe ya parastinê avanekin emê venegerin, derdora me hemû erebin, wan alîkariya hemû qirkirinan kirine. Cîranên me em qetilkirin. Em ticarî tişa ku PKK'ê ji bo me kîr jibîr nakin, ji ber wan em rizgar kirin."
'Axa ku me windakirî PKK'ê ji bo me pêşkêş kir'
Xernur Husîna, jî da zanîn ku ya kurdên biromet ji bo wan Êzidiyan kirî dê jibîr nekin û wiha pêde çu: "Axa me ji bo DAIŞ'ê nema xuda ji wan razî be. Îro roja me ya herî xweşe. Emê cardin malên xwe avabikin. Em dixwazin weke berê bijîn. Em dixwazin vegerin axa xwe. Heta hinek mirovên me vegeriyane, em jî dixwazin bigihin wan."
Berfê Eyşo jî diyar kir ku ew dê li Şengalê hêza xwe ya parastinê avabikin û wiha got: "Ji welatê mirovan bedewtir tiştek nîne. Ew der axa meye. Xuda ji şervanên me razî be, çî ji destê PKK'ê hat ji bo me kir û axa me pêşkêşî me kirin."
(zt)