Gelê Cizîrê: Me berê jî li ber xwe da emê niha jî li ber xwe bidin
13:26
Mizgin Adım/JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî qedexeya derketina kolanan gel du rêyên mezin li tirafîkê girtin û dest bi berxwedanê kirin. Ciziriyan diyar kirin ku ewê li hemberî êrîşan serî netewînin û qedexeyan nasnekin û gotin: "Me berê jî li ber xwe da, emê niha jî li ber xwe bidin."
Li navçeya Cizîra Şirnexê cara 3'an qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Di qedexeya 4'ê Îlonê hatî despêkirin de 9 rojan domand û di êrîşan de ji aliyê polîsên tîmên tayîbet ve 22 wejiyanan jiyana xwe jidest dan. Li hemberî wê gelê Cizîrê bi hemû hêza xwe bi rojan li ber xwe dan. Piştî Farqîn û Nisêbînê li taxên Yasef û Surê yên Cizîrê carekdinê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Duh bişev dema ku welatiyên Cizîrê di şahiya azadiya Şengalê debûn ev biriyar bihîstin. Paşê li ser Rêya Îpek ya Dîrokî û Cadeya Orhan Dogan herêmên welatiyan hatin tenk kirin. Di saetên derengiya şevê de ser taxên Yafes, Sur û Nur ê êrîş giran bûn, li taxa Nur 5 welatî birîndarbûn. Ji wesayîtên zirxî bomba atar û kobreyan A-4 hatin avêtina dîrekên ceyîranê, depoyên avê, xendekan û malên welatiyan. Di saetên sibê de jî tankan Taxa Yasefê topbaran kirin.
'Emê axa xwe bernedin û neçin'
Li Taxa Yasefê bi hezaran welatî ji qirkirinê xilasbûn. Taxa Yasefê ya ku şeva xwe bi berxwedanê derbaskirin, serê sibê bi derketina tîrêjên rojê re tax hat topbarankirin. Welatiyên ku malên wan êdî nayên xebitandin derbazî malên cîranînê xwe bûne. Komek jinên bi zarokên xwe ve li serê kolanê rawestane dibêjin: "Emê axa xwe ji bo Erdogan nehêlin û neçin. Em ditirsin, lê çî bikin, ev êrîş her roj hene, mirov di jiyanê de carekê dimirin, em jî heya mirinê emê liberxwe bidin."
'Em qedexeyan nas nakin'
Esnafa ku di êrîşan de dikana wê ziyan dîtî Pîroz Tetik dikana xwe raberî me kir û got: "Ev dikan keda destê min a 20 salane. Di mal û dikana min de tiştên ziyan nedîtî nemane." Pîroz anî ziman ku ew bimirin jî dê kolanên xwe ji bo wan nehêlin û neçin. 9 rojan em dibin dorpêçê de hêlan lê me taxên xwe neterikandin."
Ji zarokên Cizîrê sitiranên berxwedanê
Zarokên Cizîrê yên ku şer bûyî parçeyek ji jiyana wan êdî şer vegerandine lîstokên xwe wiha ketin ber objektîfên me. Zarok bi kêmbûna dengê çekan re derdikevin kolanê û dilîzin. Hinek bi keviran, hinek bi axê, hinek bi parçeyên topê yên bi malên wan ketî parçe bûyî ketîn ber derê wan dilîzin. Zarokên Cizîrê yên ku her dema em li taxêne bi merenin sitiranên weke "Keç û xortên qehreman şer dikin ji bo Kurdistan, ji bo ku zarok bikin jiyan." dibêjin, fikir û ramanên xwe bi sitiranên xwe tînin ziman.
(zt)