Li Nisêbînê polîsên tîmên tayîbet jinek qetilkirin
13:46
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê bi qedexeya derketina kolanan re polîsên tîmên tayîbet sivlî hedef girtine dayîka 5 zarokan Selamet Yeşilmen qetilkirin.
Piştî ku li 15 taxên navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina kolanan îlan kirin dest bi qirkirinên sivîlan kirin. Li Kolana Beşyuz a Taxa Firat a navçeya Nisêbîna qedexeya derketina kolanan lê hatî îlan kirin jina bi navê Selamet Yeşilmen a temenê wê dinavbera 40-45'an de qetilkirin. Hat zanîn ku ser bedena Selamet gelek şopên guleyan hat dîtin du zarokên wê jî birîndar bûn.
Du zarokên dayîka 5 zarokan Selamet yên binavê Fikret û Sevcan jî birîndarbûne û rakirin nexweşxanê.
Li navçeyê qirkirina ser sivîlan berdewam dike.
(zt)