Li Şengalê gundê Meydana jî hat rizgar kirin

13:46

JINHA

ŞENGAL - Di çarçoveya haleya azadkirina Şengalê de piştî ku navenda Şengalê hate azadkirin, hêzên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA Starê gundê Meydana jî azad kirin.

Gerîlayên HPG/YJA Star û hêzên YBŞ/YPJ Şengalê, ku piştî azadkirina navenda Şengalê giranî dan ser operasyonên li herêmên derdorê, duh li gundên li herêma Şîlo operasyona azadkirinê dabûn destpêkirin. Şervanên azadiyê îro gundê Meydana azad kirin.

Li çar riya Reqqa-Mûsil-Hesekê-Şengalê, li noqteya asayîşê ya ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye, şerekî dijwar diqewime.

(zt)