KJA: Azadiya Şengalê wê Rojhilata Navîn ronî bike

14:02

JINHA

AMED - KJA yê bi daxuyaniyek nivîskî azadiya Şengalê pîroz kir û got: "Şengal teqandina keda tevgera azadiya kurd a 40 salîye. Bi berxwadena we re îro Farqîn, Nisêbîn, Lîce, Şirnax, Colemêrg, Amed li hemû Kurdîstanê di sed sala 21’an de rêvebirtiya azad bi parastina rewa azad dibe derket holê. weke KJA yê bi van hestan em berxwedana Şengalê slav dikin û azadiya we wekî azadiya xwe îlan dikin."

Kongreya Jinên Azad (KJA) yê bi daxuyaniyek nivîskî azadiya Şengalê pîroz kir. Daxuyanî wihaye; "Ji 3 tebaxê 2014 heta îro hêzên YBŞ, YPJ, YPG dorpêçkirina Şengalê qebûl nekir. Hemû hêzên ku digotin em xwediyê heremê ne û em serdestin Şengal di destê DAIŞ'ê de berdan û bazdan. Şoreşgerên Kurdîstanê di sar û sermê de, bi çekên ferdî li dijî çekên komkujiyê, tank û bomban bi vîn berxwe dan. Jinên ku bi darêzorê desteser kirine bi berxwedanake pîroz ji destê DAİŞ’ê kom bi kom difilitîn bûn mînaka jiyana me. Çiyayê Şengalê bû berxwadana jiyanê û riya ronîkirina Rojhilata Navîn.

DAIŞ dezgeheke li dijî gel, bawerî û jinê ye. Di dîrokê de zilma serdestiya zilam heta îro çi aniye serê jinê û gelan DAIŞ hemû bikar tîne. Jin şandin gyotînê, DAIŞ jî jinê şerjê dike. Jin tacîz û tecawuz kirin, bi kar anîn DAIŞ jî dike. Jin di qesran de bikar anîn DAIŞ jî dike. Jin di bazaran de firotin DAIŞ jî dike. Jin zincîr kirin DAIŞ jî dike. Jin kirin xizmetkar DAIŞ jî dike. Zayenda jinê xwastin pûç û bê îtîbar bikin DAIŞ jî dike, serdestiya zilam xwast jinê bê hêz û vîn bike DAIŞ jî dike. DAIŞ tevahî komkirina zilma li ser jinê di dîroka cîhanê de ye. Yanî teqandina emperyal ya zayenda zilamkî ye. Devleta netew ev hemû kirin deaşê jî kir. Erîşî Nasname û baweriyê cûda kirin deaşê jî kir. DAİŞ ev fen û feqê li dijî serkeftina têkoşîna azadiya jinê şansê serdestiya zilam ya herî dawiyê ye. Lê em dizanin ku têkoşîna azadiya jinê û mirovahiyê di Rojhilata Navîn de mestir buye ev hêzên zilimkar bi tirs û xofan nikarin bisekînin."

Daxuayanî wiha berdewam dike: "Şengal teqandina keda tevgera azadiya kurd a 40 salîye. Bi berxwadena we re îro Farqîn, Nisêbîn, Lîce, Şirnax, Colemêrg, Amed li hemû Kurdîstanê di sed sala 21’an de rêvebirtiya azad bi parastina rewa azad dibe derket holê. weke KJA yê bi van hestan em berxwedana Şengalê slav dikin û azadiya we wekî azadiya xwe îlan dikin."

(zt)