Jinên Dêrikê komîteyên xwe yên koperetîfên çandinyê avadikin
14:20
JINHA
DÊRIK - Mecilisa Ekonomiya Jinên Yekîtiya Sitar ya Dêrikê ji bo karê çandiniyê civiyan û komîteyek ji bo çandiniya erd derxistin.
Li bajarê Dêrikê bi armanca avakirina komîteyek alîkar ji bo kooperatîfên çandiniyê, civîna Mecilisa Ekonomiya Jinên Yekîtiya Sitar li navanda ekonomi ya bajêr hat li dar xistin. Civîn bi tevlîbuna jinên xeta beravê, koçereta û jinên taxên bajêr pêk hat. Jinan civîna xwe bi deqeyek rêzgirtinê despêkirin. Piştî wê rêziknameya koperetîfên çandiniyê xwendin. Li ser armanc û şertên tevlîbûna koperatîfê nîqaş kirin û şêwazên tevlîbuna koopiratîfê hatin diyar kirin. Di hindirê civînê de jinan qomîteyek hilbijartin û karê ku dikeva ser milê her endameke qomîtê hat nîşandan. Donimên erdan yê her xetekî diyar kirin. Jinên ku hatin hilbijartin jî diyar kirin ku heya ji destê wan bê wê vî karî bi rêk û pêk bi rêvebinin.
Endama meclisa aborî ya Yekîtiya Sitar a bajarê Dêrikê Eyişe Ezedîn Hisê jî di derbarê xebatên wan ên aboriyê de wiha wiha axivî: "Me bi tevlîbûna qordîneyên her du xetên Beravê û Koçerata komîteyek rêvebir der xist ji bo karê çandiniya erda li her sê xetan bi rêve bibin. Armanca me wek jin ji belavkirina van erdan ewe ku em elîkar bin bi malbatên feqîr re her wiha em jinan vegerînin çanda wen ya ku wan bi xwe avakiriye. Erdên di destê me de 400 donimin. Em dixwazin sed û 30 jin bikevin vê kooperatîfê û hêviya me ewe ku alîkariyek baş em bidin gelê xwe."
Endama Yekîtiya Star Dîlber Cemîl jî wiha got: "Emê van erdan biçînin ji bo em wek jin xwe îsbat bikin ku em dikarin di tevayî karan de bixebitin. Jinên tevlî koopertîfê bûne hemû jinên xwedî melbatên feqîrin."
(db/zt)