Li Cizîrê qedexe hat rakirin ciwanek birîndar bû

15:50

JINHA

ŞERNEX - Li Cizîrê li gorî daxuyaniya Walî qedexeya derketina kolanan di saet 14.30'an de hat rakirin.

Di daxuyaniyek nivîskî ya ji aliyê Walîtiyê va hatî weşandin qedexeya derketina kolanan a ku duh bişev li navçeya Cizîra Şirnexê hatî îlan kirin hat rakirin. Beriya qedexe bê rakirin li ser Cadeya Orhan Dogan ciwanê bi navê Servet Aydik ji ber gulebarana wesayîtên zirxî birîndar bû. Servet rakirin nexweşxanê û tedawiya wî berdewam dike.

Bi birîndarkirina Servet re welatî herikîn ser cadeyên Îpekyoluyê û Orhan Dogan û êrîşên polîsan protesto kirin.

(ma/zt)