Ji bo rizgariya Hol û Şengalê li Kobanê meş

16:21

JINHA

KOBANÊ - Bi pêşengiya DEV-DEM'ê li Konanê bi wesîleya rizgariya Hol û Şengalê û berxwedana Farqînê meşek girseyî hat lidarxistin.

Li Kantona Kobanê ji bo rizgariya Hol û Şengalê meşa girseyî. Bi pêşengiya DEV-DEM'a Kobanê bi boneya rizgariya Hol û Şengalê û berxwedana Farqînê meşek girseyî hat lidarxistin. Meşê ji Qada Azadiyê despêkir. Di meşê de pankartên weke "Em rizgarkirina Şengal û Holê li mirovahiyê pîrozdikin" û "Komkujiya Parîsê ji aliyê hêzên tarî û bi hevkariya hêzên weke AKP'ê hatiye kirin" û alên Yekitiya Star, TEV-DEM, YPJ û YPG'ê hatin rakirin. Di meşê de duruşmên weke "Bijî berxwedana Farqîn û Şengalê" hatin berzkirin. Di dawiya maşê de deqeyek rêz hat girtin. Li ser vanê Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen axivî.

Bêrîvan Hesen diyar kir ku ew li Rojava li hemberî tarîtiyê biserketin û niha jî di kesayeta Farqînê de Bakurê Kurdistanê jî di berxwedanê dene.

Li ser navê DEV-DEM'ê Ehmed Şêxo jî axaftinek kin kir.

Li ser navê Rêxistina Yekitiya Star Sara Xelîl jî axivî.

Di dawiyê de bi gerandina govendê meş bi dawî bû.

(rê/zt)