Hacer Zagros: Gelê kurd biriyara xwe rêvebirinê daye

09:13

Sozdar Oremar/JINHA

BEHDÎNAN - Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros di derbarê berxwedana Farqînê de nirxandin kir û got: "Gelê kurd li her derê yek peyam da ji bilî berxwedan û tekoşînê şansekî din tuneye. Gelê Kurd ji bo wê jî biryar daye li her deverê dibêje berxwedan jîyane."

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros di derbarê berxwedana Farqînê ya 12 rojan li hember êrîşan liberxwedayî de nirxandin kir û wiha got: "Di serî de ez berxwedana dîrokî ya gelê Ferqînê silav dikim. Berxwedana rumetê ya gelê me yê Ferqînê bi helwesta xwe ya berxwedêr carek din ji dost û dijminên kurdan re got em mirasgirên tekoşîna 40 salanin. Çeteyên Erdogan û AKP'ê bê navber êrîşên xwe li ser bajarê Ferqînê dan meşandin. Gelê Kurd bersiva van êrîşan bi berxwedaneke pir mezin da. Gelê kurd ruxmî hemû êrîşan tucar serî ji dijmin re ne tewandiye û wê ne tewîne jî. Hemû cîhan berxwedana gelê Kurd dibîne, tû hêz nikarin ji nedîtive lêbinêre. Rastîya ku gelê me jîyan dike ji bo azadîya xwe û hemû mirovahîyê tekoşîn dayîne. Gelê kurd di dîrokê de heta niha bi taybetî jî bi derketina tekoşîna azadîyê re her li berxwe daye. Gelê kurd êdî vîna xwe nade destê tu hêzên dagirker, ji ber wê jî xweserîya demokratîk îlan kir û ji bo xweserîya xwe bedelên wê çi dibe bila bibe serê xwe na tewîne. Di minaka Cizîra Botan de bi awayekî vekirî hate ditin ku tang, top, balafir nikarin vîna vî gelî bişkînin."

'Gel biriyara rêveberiya xwe û bajarên xwe daye'

Hacer bilêv kir ku êdî gel biriyara xwe daye dê xwe û bajarên xwe birêve bibin û wiha berdewam kir: "Erdogan û çeteyên xwe nekarîn serkeftina 7 Hazîranê ya li ruxmî hemû êrîşan ji bendav derbaskirina HDP bipejirîne. ji bo wê jî pir bi dijwarî êrîşê gelê me dike. Gelê kurd li hemberî zîhnîyeta tekçî, netew dewlet çarenûsa xwe bi xwe dîyar dike. Gelê me li êrîşen çeteyên AKP'ê mêze kirin û dîtin ku armanc tune kirine. Li ser wî bingehî di serî de Cizîr, Farqîn, Nisêbîn, Gever, Wan, Şirnex, Silopî û gelek bajarên Kurdistanê xweserîya xwe îlan kirin; deshilatdarîya dijmin li ser xwe qebul nekirin û gotin ku ewê xwe jî bajarên xwe jî bi parêzin. Li Bakurê Kurdistanê gel li hemberî zîhnîyeta DAIŞ, Erdogan û çeteyên wî berxwe didin û xwe di parêzin."

'Farqîn ji hêviyên demokrasiyê re pêşengî kir'

Hacer anî ziman ku êdî gelê kurd ji bo sazumaniya Rojhilata Navîn li ber xwe dide û wiha pêde çu: "Di van rojên dîrokî de gelê me bila vê baş bizane ew bune hêzek pêşeng! Tenê ne ji bo gelê kurd, ji bo gelê Ereb, Tirk, Ermenî, Suryanî û hemû gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jîyan dikin hûn bune pêşengên hêvî û demokrasîyê. Ji ber wê jî em di bêjin ji bo ku ev berxwedanî bilind bibe û li hemû deveran belav bibe, bajarê Ferqînê bi tenê nemîne. Bêguman gelê me Farqîn bitinê nehiştîye lê belê asta berxwedanê bilind kirin girînge. Gelê me di serî de Wan, Nisêbîn, Silopî û gelek bajarên Kurdistanê daketin kolanan, bajarê Farqînê bitinê nehiştin. Bi yek dengî peyama pêwîst dan çeteyên AKP'ê. Gelê Kurd ev peyam da ger zarokek Kurd yê 7 salî li kur dibe bila bibe destê çeteyên Erdogan bi gihîje wan ewê tişta pêwîst bikin."

'Azadiya Şengalê ji bo Farqînê diyarîyek bû'

Hacer destnîşan kir ku azadiya Şengalê ji bo berxwedana Farqînê diyarîyekbûye û wiha dom kir: "Di van rojên dîrokî de li bajarê Farqînê berxwedaneke dîrokî tê jîyan kirin. Di heman demê de bi pêşengîya gerîlayên HPG û şervanên YBŞ, şervanên azadîyê bajarê Şengalê hat azad kirin. Em wan silav dikin. Azad kirina Şengalê diyariyê gelê xwe yê Êzîdî û gelê Farqînê dikin. Azad kirina Şengal û berxwedana Farqînê giring û bi wetaye. Gelê kurd li her derê yek peyam da, ji bilî berxwedanê tekoşînê şansekî din tuneye. Gelê Kurd ji bo wê jî biryar daye û li her deverê dibêje berxwedan jîyane. Em carekdinê berxwedana Farqînê û azad kirina Şengalê pîroz dikin."

(zt)