Rêvan Kobanê: Xwerêveberî giyana hevbeş û parastina nirxane
09:17
Hesret Amed/JINHA
BEHDÎNAN - Berdevka Dîwana Edaletê Rêvan Kobanê derbarê jiyan, polotîk û xweseriya demokratik de wiha axivî; "Polotîkayên ku li ser xwezaya jin hatî kirin û polotîkaya wê ji holê rakirin, exlaqê civaka xwezayî di kesayeta jinê de têpênase kirin û jin pêşengiya wê dike."
Berdevka Dîwana Edaletê ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) ê Rêvan Kobanê di derbarê xweseriya demokratîk û tiştên divê ji bo avakirina xweseriyê bên kirin de bersiv da pirsên ajansa me ya JINHA yê.
Çî ferq di navbera azadiya polîtîka û azadiya civakê de heye?
Mirov polotîka di dîroka azadiyê de bigire dest wê baştir be. Civaka xwezayî xwedî exlaq û polîtîkaya xwezayiye. Li ser esasê berjewediyê tevahîye. Polotîka bi xwe felsefa jiyanê ye. Her tiştê girêdayî hestê mirove. Dema ku tu hîsê mirovan dirjîne ev dibe polotîk. Dema ku polîtîkayeke te ya serbixwe hebe wê demê tu dibê xwedî îradeyeke azad. Tu ferq û cudahî di navbera kesayeta azad û polotîkaya azad ya civaka xwezayî de nîne e. Ji ber ku ev hemû taybetmendîne, dema ku serbixwe be û ne di bin bandora hin kesan de be tu dibê xwedî jiyaneke azad. Vegera li civaka xwezayî li ser bingehê felsefa Rêber APO ye. Li ser bingehê civaka xwezayî nirxandinên xwe dikê. Dema ku di civaka xwezayî de polîtîka dê serbixwe be. Wê demê tu dikarê bêjê ku ez bûme xwedî kesayetiyeke azad. Di roja me ya îro de civaka ji cewherê xwe derketiye. Ji ber ku tişta civak bike desthilatdar wê dike û civakê li gorî berjewendiyên xwe birêve dibe. Dema ku civakek ne xwedî îrade be wê demê mirov nikare bêje ew civake, ji ber ku tu carî exlaq û polîtîk ji hev nayên qutkirin.
Civak çibe polotîkaya wê jî ew e, lê mixabin her kes vê yekê nabîne. Di tevahî dewletên heyî de polotîka yeke pir qirêj tê meşandin. Ji ber wê tîka civakê li hemberî polîtîkayê heye û ji xwe cuda digire dest. Dema ku mirov polîtîka ji xwe dûr bigire dest wê demê polîtîka dibe ya hin kesên din, wê demê polîtîka li ser te tê meşandin bê ku tu di ferqa wê de bê. Dema ku civak ne ya xwe be ew civak ji dîrok, çand, ziman û xwe zaya xwe dûr dikeve û tiştekî ayîdê xwe nabîne. Dema ku tu xwe ayîdê xwe nedît tenê fîzîkiya te ye, wê demê kesayet heye lê naveroka wê vala ye. Ev bandora xwe li ser Rojhilata Navîn jî dike, lê ji ber ku civaka Rojhilata Navîn ketiye wê ferqê û li ser wî bingehî sîstema xwe ya demokratik pêşxistin. Dema em dibêjin xweseriya demokratîk li ser bingehê avakirina netewa demokratik e, ji bo ku gel karibe xwe bi xwe birêvebibe û polîtîka xwe diyarbike. Heger mirovek karibe pîvan û polîtîkiya xwediyar bike hêdî hêdî nêzî azadiya xwe dibe. Di aliyê polîtîkiya xwezayî de û dikesayetiya azadî de mesafeyeke pir mezin heye. Polîtîkaya di roja me ya îre de tê meşandin pelçiqandina xwezaya te bigiştîye. Ji ber ku fikir, raman û xwezaya te tê pelçiqandin. Polîtîkayên ser xwezaya jin hatî kirin û polîtîkaya wê ji holê rakirin, exlaqê civaka xwezayî di kesayeta jinê de tê pênase kirin û jin pêşengiya wê dike. Ev pênc hezar sale ku êrîşek li ser jinê tê kirin, bi van êrîşan xwestin civakê ji xwezaya wê dûr bikin.
Ji bo ku civak û netew azad bibe pêwîst çî bê kirin?
Civakê neçarî texlîtkirinê dikin
Pêwîste her ferdek xwe di nava vê têkoşînê de bibîne. Dema ku xwe ji xwezayê cuda bibîne wê di her kêliya hestên xwe de îxanetê bike. Pêwîste em xwe ji dîrokê cuda nebînin. Ji ber ku em bixwe parçeyek ji wê xweza û wê drokê ne. Di pîvanê yekîtiya Ewropa de her civak xwe bi zimanê xwe îfade bike ev nîne; li Rojhilat zimanê Farisî û Engilîzî, Rojava Erebî û Engilîzî û li Bakûr Turkî û Engilîz li her cihekê xwe feriz dike. Dewleta Engilîz ji ziman dest pê dike û bigelek rê û rêbazan êrîşî wan dike. Kesên ku ji rastiya xwe dûr ketine pêşketina xwe di zimanê biyanî de dibînin. Em bala xwe bidinê her desthilatdar dibêjin her civak dikare xwe bi zimanê xwe îfade bike, lê kî ji wan vê axaftinê pêktîne û li dijî wê li gorî berjewendiyên xwe wan perwerde dikin. Zimanê dayîkê esas nabînin û ev bandora li ser polîtîka dike, civakê mecbûrî teqlîdê dikin. Dewletên yekbûyî xwedî qanûnên pêşketî ne, lê riyên şaş ku civak têde dimeşin çavên xwe jê re digirin. Her roj gelên bindest di qetilaman re derbazdibin, li hemberî wê jî bê deng dimînin. Li hemberî van êrîşan têkoşînek pêwîste, destpêkê di milê tewrîk de, xistina jiyanê û di nav civakê de pêkanîna wê ye.
Bi pêşengiya PKK'ê polîtîkiyaya KCK'ê ya pirojeya ji civaka azad berbi netewa demokratîk ve dest pêkir li gorî we vê pirojeyê çî guhartin bi xwe re anî?
Mirov dikare bêje PKK giyane û KCK'ê beden e. Rêxistina KCK'ê bi giyana PKK'ê di nav civakê de gelek gavên girîng avêtin. Dema ku KCK nebê netewa demokratik jî nabe. Ji ber ku di nava civakê de xwe birêxistin dike û civakê avadike. Felsefa KCK'ê li ser esasê rêxistina civakê hate sazkirin. PKK temsîla vê giyanê dike. Dema ku gelê me van êrîşên hovane yên dewleta Tirk dibîne bedena xwe dike çeper û li hemberî wan şer dike. Tirsa dijmin ji avakirina netewa demokratik heye. Ji ber wê ewqas astengiyan ji gelê me re çêdikin. Mirov dikare bêje xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye, temsîliya îrada xwe kirin e. Ya girîn ew e ku îradeya civak û ferd derbikeve pêş, bi îradeya xwe komîn, mecils û qomîtên xwe ê perwerdê sazkirine. Ji bo ku her ferd û her civak fêrî jiyana komînal bibe kedeke mezin pêwîste, netenê komîn avakirin e ya girîng ruhê komînê ye. Di komînê de her kes weke hev jiyan dike, pêwîste ev jî di nava civakan de were avakirin. Pêwîste her endamek komînê xwedî taybetmendiyên azad be, ji ber ku di komînê de ez ezîtî nîne her kes weke hev jiyan dike. Ya quralê demokrasiyê pêkbîne komîne, ji ber ku komîn civaka azad dike.
(zt)