Jinên gundê Toliko gotin: Azadiya Şengalê ji bo me cejne
09:19
Gulîstan Bekir/JINHA
HESEKÊ - Li gundê Toliko yê Hesekê jî Êzidî pîrozbahiya azadiya Şengalê berdewam dikin. Jinên gund kêfxweşiya xwe ya azadiya Şengalê wiha anîn ziman: "Ji bo azadiya Şengalê em minedarê hevalanin. Hevalan ne tenê em ji fermanê rizgarkirin ji bo ku carekdin fermanê nejîn ji bo me rêya xweparastinê nîşan kirin."
Piştî rêzgarkirina xaka pîroz Şengalê êdî Êzidiyên li her deverê roja azadiya Şengalê pîroz dikin û azadiya Şengalê ji bo hemû Êzidiyan bûye cejin, hîna jî pîrozbahî berdewam dikin. Êzidiyên gundê Toliko yê girêdayî Hesekê jî bi bihîstina azadiya Şengalê re dest bi pîrozbahiyan kirin, qurban serjê kirin û şîrînî belav kirin.
'Azadiya Şengalê ji bo me cejne'
Ji jinên Êzidiyên gundê Toliko Zeko Şero kêfxweşiya xwe ya ji bo azadiya Şengalê wiha anî ziman: "Ez rizgarkirina Şengalê destpêkê li Rêber APO, li hemû gelên Kurd û şervanê ku berxwedan kirine ji bo azadiya Şengalê pîroz dikim. Ez sersaxî ji malbatên şehîdan re di xwazim. Em tu caran keda hevalan ji bîrnakin. Em gelek kêfxweşbûn. Ez di jiyana xwe de ti carî wek roja rêzgarkirina Şengalê kêfxweş ne bûne. Ji ber ku Şengal xaka me ya pîroze. Şengal cihê pîrik û kalikên mene, tevahî jiyana pêliyên me li ser wê axa pîroz derbasbûye. Ji bo wê jî ew ax ji bo me xwediyê pîroziyek gelek mezine. Ew warê Êzîdxanê ye, cihê ziyaretê me yê xwediyê dîrokek kevnareye."
'Bi saya hevalan emê êdî fermanê nejîn'
Jina bi navê Heyat Keleş jî destnîşan kir ku ew gelek şanazin, ji kêfxweşiyan ewê bifirin û wiha got: "Ev roj li gelê me pîroze, ji ber ku xaka pîroz hat rêzgarkirin, ev yek bi saya hevalan û hemû hêzên hevbeş yê Rojava hate bidest xistin. Ev roj êdî ne weke rojek normale, ev roj cejne û em vê cejnê li hemû şervanan pîrozdikin. Emê her dem ji hevalan re minetdar bin û ji xwîna şehîdan re jî deyindar bin. Yên ku dudullî jiyan ne kirin, çûne şengalê, di ber xaka pîroz de brxwedaneke dîrokî kirin. Bi saya hevalan û hêzên hevbeş Şengal rêzgar bû, ne bi hêza tu kesî din. Ji bo wê jî heya em hebin emê minedarê hevalan bin. Hevalan netenê em ji fermanê rizgarkirin, ji bo me çav û guh vekirin. Êdî em dizanin li hemberî êrîşkaran emê çawan li ber xwe bidin. Em jinên Êzidî êdî desturê nadin fermanan êdî emê bi xwe ewlehiya xwe bigirin."
(zt)