Suriya Aboş bi nexş û nîgaran debara malbata xwe dike
09:21
Gulîstan Bekir/JINHA
HESEKÊ - Li Rojava bi destê jinan jiyan ji nû ve teşe digire. Di nava wê teşegirtinê de her jinek xwediyê rolekêye û bi hevkarî xebata wan dibe bingeha avakirina jiyana komûnê. Suriya jî hem ji bo debara mala xwe karê nexş û nîgaran dike û hem jî di nava jiyana civakî de cîh digire.
Li Rojava jin jiyanê ji nû ve avadikin. Jinên ku li gel tevlîbûna hemû qadên jiyanê di malê de jî serweriya malê dikin. Yek ji jinên li gel hemû barên malê barê aboriyê jî li ser milê wê ye Suriya ye. Suriya Aboş a 25 salî bi xwe ereb li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ya Rojava dijî. Suriya ya dayîka 4 zarokan bi keda destê xwe debara jiyana xwe û zarokên xwe dike.
Suriya destnîşan kir ku ew karên morîkan û nexşan dike û wiha berdewam kir: "Ez nexşan çêdikim, fîstanên jinan bi morîkan dineqişînim û nivînan dadigirim. Bi van karan ez debara jiyana xwe û zarokên xwe dikim. Bi keda destê xwe zarokên xwe xwedî kirin ji bo min gelek giringe. Ji ber ku zarokên min biçukin kes li kedê nîne. Hevserê min jî berê ajokar bû niha wesayît nîne. Demekê ji bo karekê bike çu Lubnanê lê cardin kar nedît. Tenê di malê de ez dixebitim, îdara xwe û zarokên xwe dikim."
Suriya anî ziman ku jinên Rojava deskeftiyên mezin bidestxistine û wiha dom kir: "Jinên Rojava di van salên şoreşê de xwe gelek pêşxistine. Di aliyê leşkerî, siyasî û hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirine. Êdî pêdiviya me bi tişetekê nîne. Em bi xwe dikarin di her aliyî de xwe û malbata xwe birêve bibin. Bêguman bi pêşengiya YPJ û Yekîtiya Star em bûne xwediyê van derfetan û wiha bi hişmendî bûne. Ez du mehan çum qursa terziyê niha baş dikarim dirunê bikim. Ger terziya min hebana minê hemû derfetên xwe yên aboriyê ser karê terziyê birêve biribana. Lê ji ber ku terzî nîne ez li derfetên cuda digerim. Niha jî bi karên weke çêkirina nexş û nîgaran debara xwe û malbata xwe dikim."
(zt)