Qaymeqamiyê ji nedîtî ve li guleyên bedena Selamet ketine nêrî

10:02

JINHA

MÊRDÎN - Qaymeqamiya Nisêbînê têkîldarî Selamet Yeşîlmen ya ku li ber derê xwe hatî qetlkirin daxuyanî da. Li gel ku gule bi çeng û zigê Selamet ketine jî hate îdiakirin ku Selamet bi parçeyê şarapnelê jiyana xwe ji dest daye.

Qaymeqamiya Nisêbînê têkîldarî qetilkirina Selamet Yeşîlmen a li taxa Firatê dema bi zarokên xwe yên 9 û 17 salî ve li ber mala xwe ji derenceyan peya dibû hate qetilkirin daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ligel ku li herêmê teqîn çênebûye jî hate îdiakirin ku Selamet bi parçeyê şarapnelê jiyana xwe ji dest daye. Lê guleyên ku li zik û milê Selamet ketiye qaymeqamiyê diderewîne.

Di daxuyaniya qaymeqamiyê de qala şarapnel ji ku hatiye jî nayêkirin û tê îdiakirin polîsên ku 200-300 metre durî malê bi cih bûbûn jî ne li wir bûne. Qaymeqamiya ku polîsên mala Selamet rasterast gulebaran kirine û nîv saetê nehiştine cenazeyê Selamet li ber malê bê rakirin nedîtîve tê û dîsa tê îdiakirin ku birîndar birine nexweşxaneyê.

(zt)