Li Farqînê welatiyê birîndar jiyana xwe jidest da
10:03
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê ku dewletê 12 rojan li dijî gel teror pêk anî welatiyê bi navê Ridvan Us ê hatibû birîndarkirin jî jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên qatin qetilkirin derket 8 kesan.
Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan 12 rojan li dijî welatiyan terorek meşandin. Di êrîşa li hemberî taxên Tekel, Mescît û Konakê welatiyê bi navê Ridvan Us ê ku di 5'ê mijdarê de birîndar bûyî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Amedê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara kesên ku di 12 rojan de jiyana xwe ji dest dan derket 8 kesan. Cenazeyê Ridvan piştî otopsiyê li bendê ye îro li Farqînê bê definkirin.
(zt)