Jinên ciwan bi semîneran şîdeta ser jin didin nasîn
10:40
JINHA
HESEKÊ - Tevgera Jinên Ciwan ên Şoereşger li navendê bi armaca dananasîna şîdeta ser jinê semîner û sînevîzyon bi jinên ciwan dan temaşe kirin.
Li bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger di çerçoveya xebatê 25'ê Mijdarê de li Navenda xwe semîner hatin dayîn û sînevîzyon bi ciwanan dan temaşekirin. Di semînera ku hatî dayîn de girîngiya berxwedana jin, li ser zewacên temenên biçûk û kevneşopiyên civakî hat rawestandin. Ji bo ku ciwan rastiya şîdeta desthilatdariyê bibînin, fîlma Sûreya hat temaşe kirin. Rêveberiya Jinên Ciwan Jînda Sîpan derbarê mijarê de wiha got: "Heyva Mijdarê wek roja berxwedana jinan a li hember şîdetê tê nasîn. Ji bo vê yekê em girîngiya vê mehê û berxwedaniya wê ji ciwanan re vedibêjin. Di semînerên ku em didin de em balê dikêşin ser berxwedan, têkoşîn û girîngiya hebûna jinan." Ciwana bi navê Zozan Cudî jî wiha got: "Em beşdarî semînerê bûn. Ji bo ronîkirina fikir û ramanê encamek mezin dide mirov. Jin êdî ne weke berê ye, bi têkoşîn û berxwedana xwe hat heya vê rojê."
Semîner bi durişmeya "Şoreşa me wê bibe wesîleya dawiya tundiya ser jinan."
(gb/rc)