Şirnexiyan azadkirina Şengalê pîroz kirin
11:10
JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê azadkirina Şengalê bi govend gerandinê pîroz kirin.
Bi armanca azadkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê gelê Şirnexê li Taxa Yenî, Dîcle û Bahçelîevler bi govend gerandin û çalakiyên şahiyê pîroz kirin. Bi sedan kes li ber sitranên gelerî govend gerandin. Di çalakiyê de bê navber durişmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî HPG, YJA Star" hat berz kirin. Welatiyên ku azadkirina Şengalê pîroz kirin wiha gotin: "Rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê ji bo me bu çavkaniya kêfxweşiyê ye. Xweseriya ku me îlan kiriye em ê bi rihê berxwedana Kobanê û Şengalê xwedî lê derên." Pîrozbahî heya derengê şevê berdewam kir.
(rc)