'Mêrê ku şîdetê li hember jin pêk tînê nikare ji vê markettê tişt bistîne'

14:40

JINHA

MÊRDÎN - Endamên KJA ên Qoserê bi durişme û pîpikan şîdeta li dijî jinan protesto kirin û li ser dikanan nivîsê "Mêrê ku şîdetê li hember jin pêk tînê nikare ji vê markettê tişt bistîne" hat daliqandin.

Di çerçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, bi pêşengiya endamên KJA ên Qoserê li ber Şaredariya Qoserê jin li hev civîn û heya qada azadiyê meş li darxistin.

Jin di meşê de bi durişmeyê "Destên dirêjî jin dibin bila bişkin", "Ji şîdet û tecevûzê re bese êdî", "Bê Serok jiyan nabe" û pîpikan şîdeta li dijî jinê protesto kirin. Piştî meşê jinan li Qada Azadiyê esnafan ziyaret kirin û nivîsê "Mêrê ku şîdetê li hember jin pêk tîne nikare ji vê markettê tişt bistîne" daliqandin.

(rc)