Bertekê dayîkan li hember êrîşên ser goristanan: Em ê serê xwe netewînin
09:25
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Dayîka şervanê BOG'ê Bedrettîn Akdenîz Sabîha Akdenîz û dayîka şervanê YPG'ê Sevê Keskîn bertek nîşanî êrîşên ser goristanên Kuçukoba ên navçeyê Seyhanê dan û diyar kirin ku ew ê serê xwe li hember êrîşan netewînin û wiha gotin: "Ewladê me tirsek wiha di dilê wan de çêkirine ku tehmûlê wan li hember gorê zarokê me jî nema ye. Çidikin bila bikin ew ê tu caran nekaribin me bidin tirsandin."
Li hember goristana Kuçukoba a girêdayî navçeya Seyhana Edenê ku tê de şervanê YPG, MLKP û BOK'ê hatine defin kirin êrîşek nijetperestî hat. Malbat li hember êrîşên ku pêk hatine bertek nîşan dan û wiha gotin: "Tirsa wan ji miriyê me, vîna zarokê me ê bi hêz nîşan dike." Dayîka şervanê Hêzên Azadiyê Yekbûyî Bedrettîn Akdenîz ê ku di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê jiyana xwe ji dest daye Sabîha Akdenîz êrîşên li hember gorsitanan şermezar kir.
'Em ê li hember êrîşan serê xwe netewînin'
Sabîha wiha got: "Ez gelek serbilindim ku me zarokên wiha xwedî kiriye. Bedenê ewladê me ê bê rih jî tirs di dilê zaliman de avakiriye. Ez wek dayîka Bedrettîn bi zarokê xwe serbilindim. Ji bo me kêfxweşiye ku em dayîkê qehremanên wiha ne. Em bi hemû şehîdên xwe serbilindin. Ewladê me tirsek wiha di dilê wan de çêkirine ku tehmûlê wan li hember gorê zarokê me jî nema ye. Wekî ku êrîşê Ferqîn û Dersimê dikin êrîşê hemû goristanan dikin. Di zagonê kîjan şerî de ev yek heye, li kîjan welatî goristan hatine bombe kirin û texrîb kirin. Ev gel dibêjin aştî ew êrîş dikin û qetil dikin. Gel dibêje aştî êrîşê goristanên me dikin. Mirovan tehrîk dikin. Lê bila baş were zanîn ew ê nekaribin me tune bikin. Em ê li hember êrîşan serê xwe netewînin."
'Çidikin bila bikin ew ê tu caran nekaribin me bidin tirsandin'
Gora şervanê YPG'ê Ahmet Keskîn a ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû û li goristana Kuçukoba hatibû defin kirin di êrîşê de gora wî hatî hilweşandin. Dayîka Ahmet Keskîn Sevê Keskîn bertekê xwe wiha anî ziman: "Di destê ewladê me ên bê rih de çek û bombe tune bû ev çi hovîtiye. Ev çi tirs çi mirovahiye. Ew çidikin bila bikin ew ê tu caran nekaribin me bidin tirsandin. Bi êrîşên ser gorsitanan ew ê nekaribin rûmeta me bişkînin. Zarokên me li hember çeteyên tecevûzkar DAIŞ'ê li berxwedan û mirovahî xilas kirin. Lê dewlet van qehremanan li vir naxwaze. Ez dixwazim bêjim bi êrîşên hember goristanên me nikarin me ji têkoşînê sar bikin. Dijberê vê têkoşîna me bi hêztir dibe û em ê riyê zarokê xwe her dem bişopînin."
(rc)