Evîndar Ararat: Bi rakirina tecrîdê rê û rêbazên çareseriyê gengaze

09:26

Hesret Amed/JINHA

BEHDÎNAN - Endama Konseya KJK'ê Evîndar Ererat di derbarê pêvajoya dawiyê û tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de nirxandin kir û got: "Dewleta AKP'ê ji nêrînên Rêbertî ditirse, ji ber wê jî hevdîtinê bi Rêbertî re qutkirin. Naxwazin nêrînên Rêbrtî di derbarê rewşa Tirkiyê de bê zanîn û pêşiya van êrîşan were girtin, rê û rêbaz pêşbikevin."

Endama Konseya Komela Jinên Kurdistan (KJK) ê Evîndar Ararat di derbarê pêvajoya heyî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewamdike de tevlî bernama Rojeva Jin bû û nirxandinên giring kir. Evindar wiha got: "Ev poletîkaya tê meşandin ne polotîkayeke nû ye. Dema dewleta tirk dikeve tengasiyê dixwaze şilobûnekê di navbera Rêbertî û gerîla de çêbike. Piştî esareta ser Rêbertî, dewleta tirk gotinên weke parçebûn di nava PKK'ê de çêbûye belvkirin, ev polîtîkayeke qirêj a şerê taybet û psîkolojîk e. Piştî 7'ê Hezêranê dewleta AKP'ê êrîşên xwe zêde kirin, niha hevdîtin bi Rêbertî re nayêne çêkirin. Em nizanin rewşa Rêbertî çiye û çi nirxandinên wî li ser rewşa siyasî û polîtîkaya AKP'ê taybet ser gelê Kurd tê meşandinçiye? Piştî 7'ê Hezêranê şerekî dijwar li ser gel tê meşandin."

Evîndar wiha berdewam kir: "Dewleta AKP'ê ji nêrînên Rêbertî ditirse, ji ber wê ji meha Nîsanê ve hevdîtin bi Rêbertî re hatine qutkirin. Naxwazin ku nêrînên Rêbrtî di derbarê rewşa Tirkiyê de bê zanîn û pêşiya van êrîşan were girtin û rê û rêbaz pêşbikevin. Nerînên Rêbertî siyasetê bîzat bandor dike, pir kesîmên cûr be cûr nerînên Rêbertî dişopînin û beşdarî tekoşîna demokratîk dibin. Weke beşekî ji şerê taybet tecrîda li ser Rêbertî girandikin, mirov dibine ku israrek di vê xalê de heye. Berê ji Rêbertî gotibû; 'Niyeta dewleta AKP'ê çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd nîne, hegher bi vî şwazî berdewam bibe ez ê xwe ji nav bikşînim, ez mudaxeleyî gel û gerîla nakim.' Ji bo ku pirsgirêk werin çareserkirin Rêbertî nexşeya rê pêşkêş kir, heta ku heyetê jî ev yek qebûlkiribû."

'Rêbertî û HDP lîstokên wan deşifre kirin'

Evîndar destnîşan kir ku ji bo HDP'ê dibin bendê de bihêlin çî ji destê wan hat kirin û wiha pêde çu: "Dewleta AKP'ê dixwaze raya giştî bixapînin. Di dengdana 7'ê Hezêranê de gelê kurd û tirk diyar kirin ku gel çareseriyê pêşwazî dikin û pêwîste ku çareserî ava bibe. Him AKP'ê, him dewleta tirk dizanin ku bê Rêbertî pirsgirêka gelê kurd nayê çareserkirin, pêwîste muzakere bi Rêbertî re bimeşe. Dewleta AKP'ê dixwaze dem qezenc bike, ji ber ku di 7'ê Hezêranê de winda kir dixwaze niha qezenc bike. Êrîşên ku AKP'ê li ser HDP'ê û gelê me dide meşandin tu sînora nasnake, Erdogan li her cîhî dibêje 'Yek al, yek dewlet, yek netew û yek ziman.' Ev siyasetek li ser esasê çewisandina gelan tê ferzkirin, ji ber wê HDP jî dibe hedefa êrîşê wan. HDP temsîla gelên bindest dike. Pirsgrêka ku dewelta AKP'ê dibêje li ser esasê teslm girtina gelê Kurd e. Rêbertî û HDP ev lîstokên wan deşifre kirin."

Gelê kurd û tirk azadî, wekhevî û çareseriya gelan dixwaze, yekîtiya Serokatî, tevgerê û gel tu carî ji hevdu qutnabe. Bi dehê caran êrîş li ser Rêbertî bikar anîn e, gelek senaroyên cûda dane meşandin lê ev tev jî vala derketin. Em tu carî xeta Rêbertî naberdin. Rêbertî, gel û gerîla ji hev dû nayêne qutkirin. Her roj gelê me di kolana de silogana bê Serok jiyan nabe û PKK'ê gel e gel li vir e diqîrin. Pêwîste ku ji vir û pêde ev tecrîda li ser Rêbertî neyê qebûlkirin. Pêwîste gelê me bi hev re sekne kî bidin diyarkirin û hemle destpêbike. Di 7' Hezêranê de têkoşîna HDP'ê gihîşte astekê, dewelta AKP'ê, Erdogan û hêzên giladiyo ev serkeftin qebûlnekirin ji ber ku li gorî berjewendiyên wan nebû li dijî wê rejîm hilweşiya. Bi serkeftina HDP'ê ew mentiqê dewleta AKP'ê ya yek reng hilweşiya. Hemû hewildanên wan ew bû ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Ev serkeftin ne tenê serkeftin û berxwedaniya HDP'ê bû, di heman demê de serkeftin û berxwedaniya gelê kurd bû, gotin; 'Em vê sîstema dîktator qebûlnakin em pirojeya HDP'ê ya Tirkiyeke demokratîk dipejirînin.' Bi ilankirina xweseriya demokratîk re gelek êrîşên cûr be cûr li ser gel hatin meşandin, hewildanên HDP'ê li ser esasê têkoşîn û irada gelan derbixe pêş e."

'Bi xwerêvebirinê gelê kurd pêşengiya gelan dike'

Evîndar diyar kir ku gelê kurd bi xwerêvebirinê pêşengiyê ji gelan re dike û wiha domand: "Ev demeke ku pirojeya xweseriya demokratîk di rojeva gelê Kurd de ye. Ev modêleke nû ji bo gela ye; lê niha yê ku pêşengiya wê dike gelê Kurd e. Ev piroje li ser bingehê xwe rêvebirina gel e. Pêwîste ku her gelek hêza xwe nasbike û derbixe pêş ku her kes bikare xwe ifade bike û li ser vê esasê xwe bi rêve bibe. Dewlet vê yekê qebûlnake, dibêje ez iradeyeke heremî qebûlnakim û ez çi dibêjim pêwîste ku ew pêkwere, ji ber wê ilankirina xweseriya demokratîk dewlet bi êrîşan diçe ser. Pêwîste em xwe bêhtir di her milî de di nav gel de bi rêxsitin bikin, da ku hîn zêdetir komîn û meclîs bibine dengê gelan. Xweseriya demokratîk li ku hatiye ilankirin dewletê êrîşî wan ciyakiriye, li hemberî wê jî berxwedaniya gelê me û bi taybet jin û ciwana didome."

'Gel li hember êrîşên ser Şehîdgehan dibin mertal'

Evîndar bal kişand ser êrîşên dewleta AKP'ê li ser nirxên gel û wiha got: "Li gelek ciyan êrîş li ser şehîdgeh û camiyan çêbû, li hemberî wê çalekiyên gel weke mertalên zindî pêşketin û her roj gelê me di nava berxwedan de ye. Ji bo ku gelê me bibe bersiv, sekneke diha bi hêz girîng e. Bersiva van êrîşan bi daxwiyaniyên mediya nabe ji ber ku dengê wan tê birîn, ji ber wê pêwîstî bi girseyê heye. Dewlet her carê ciyekî dike hedef û qetilaman dike li Enqere, Surê, Gimgim û Farqînê. Çima Farqîn ji ber ku warê Egîdane. Gelê Kurd tecrûbeyeke wan di milê serhildan û berxwedanê de heye. Ger tu xwe birêxistin nekî û îrada xwe dernexê pêş tê werê pelçiqandin. Pêwîste ku weke dema gelê me ji bo destek dayina Kobanê derdiketin kolana û dengê wan gihişte gelê cîhanê, pêwîste ku têkoşîneke radîkal pêşbikeve."

'Divê jin li hemberî hişmendiya mêrane rêxistina xwe mezin bikin'

Evîndar dazanîn ku zîhniyeta AKP'ê zîhniyeta zilam a serdeste û wiha dom kir: "Dema mirov li daxwiyaniyên Erdogan, sekna polîsan û dadên wan mêzedike hemû li dijî jinê ye. Heya exlaqê di civakê de didine avakirin li dijî azadî û irade jin e. Zimanê siyaseta tirk di şexsê AKP'ê de zilam e. Siyaset û polotîka wê li gorî zilam tê diyarkirin. Zilamê civakê jî ji van êrîşan cesart digire û li ser vê siyasete hatiye rûnişkandin. Jiyana mirovan û bi taybet ya jina ji bo dewletê tu wateya wê nîne. Her roj bi dehan jin li tirkiyê têne qetilkirin, tacîz û tecawiz kirin. Ji ber ku dewlet bi xwe tecawiz ciye. Dewlet siyaseta DAIŞ dipejirîne. Tiştên ku DAIŞ dike dewlet jî heman tiştî dike."

Evîndar Ererat wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk di şexsê AKP'ê de zîhniyeteke cinsiyet parêz di nav civakê de didin qebûlkirin. Zîhniyeteke weke zilam bi hêz û irade ye û pêwîste ku were guhdarkirin di nav civakê de didin meşandin. Li dijî vê reflêkseke jinê heye lê pêwîste zanisteke civakî pêşbikeve. Êrîşek li dijî jinê heye bi taybet di van salê dawiyê de, êrîşên ku bi destê DAIŞ li dijî jin û zarokan hate kirin. Bi giştî êrîşek li dijî jinê di milê inkar, imha û çewisandinê de heye. Ji ber ku jinê weke kole dibînin. Pêwîste jin xwe birêxistin bike, bê rêxistin têkoşîn nayê meşandin û wan hişyar, birêxistin û perwerde bike, li hemberî zîhiniyeta zilamsalarî destê xwe bikin yek. Pêwîste ku li her cîh û her qadê rengê jin derbikeve pêş, di her milî de têkoşînek pêwîste."

(zt)