'Dê rojek hesabê komkujiyan bê xwestin'

09:29

Têkoşîn Tekîn/JINHA

AMED - Jinan betek nîşanî êrîşên dewletê ên li dijî vîna gelê Kurd dan û diyar kirin ku bi komkujî û êrîşan ew nikarin gelê Kurd tune bikin û wiha gotin: "Dê rojek hesabê komkujiyan bê xwestin'

Komkujî û êrîşê dewletê li Kurdistanê bê navber didome. Jinan bertek nîşanî êrîş û dorpêça 12'e roj a li ser Ferqînê dan û diyar kirin ku bi îlankirina rêveberiya xweser re kiryar û hovîtî ji salên 90'î girantir pêk hatin. Jina bi navê Bedriye Yorgun wiha got: "Komkujiyên ku piştî îlankirina rêveberiyên xweser nayên pejrandin. Di cewhera demokrastiyê de gel xwe bi xwe rêvedibe. Ên ku qala demokrasiyê dikin diyare ku têkiliya wan bi demokrasiyê re nîne. AKP'ê tenê xwe li Ferqînê nîşan neda her wiha ji roja ku AKP'ê hatiye ser îqtîdarê polîtîkayê tune kirinê û êrîş li hember gelê Kurd pêk tîne. AKP'ê di pêvajoya agirbestê de qerekol, girtîgeh û bendav çêkirin û amedekariya şer kir."

'Ew ê tu caran nekaribin gelê Kurd tune bikin'

Bedriye bertek nîşanî bêdengiya gelê Tirk ya li hember komkujiya Ferqînê da û anî ziman bi helwesta "Marê ku bi min ve nede bila hezar sal bijî" ew ê encamek mezin nede. Bedriye wiha got: "AKP'ê ne tenê li cihên xwe xwerêveberin hatî îlan kirin komkujî pêk tîne her wiha cihê ku gelê Kurd dijî komkujî pêk tîne. Dihizire ku gelê Kurd tune bike lê xwe dixapîne; gelê Kurd wê tu caran tune nebe. Dewleta Tirkiyê bi komkujiya Amed, Pîrsûs û Enqerê tê nasîn êdî, her kes divê vê rastiyê bibîne û bê deng nemîne. Ez berxwedana gelê Ferqînê silav dikim. Komkujiya ku xwestine li Ferqînê pêk bînin ez lanetê lê tînim. Divê dewlet destê xwe ji ax û vîna gel vekşîne."

'Divê rojavayê Tirkiyê dengê Kurdistanê bibihîse'

Meryem Sunal êrîşên li hember gelê Ferqînê şermezar kir û anî ziman ku divê AKP'ê êrîşên hember gelê Kurd bide rawestandin. Meryem destnîşan kir ku li her qadê êrîş hember gelê kurd pêk tê û wiha domkir: "Em ne gelekî ne ku serê xwe li hember van êrîşan serê xwe bitewînin. Raste em rastî mirinan tên lê yek ji me diçe deh şûna wî digrin. Ne di ferqêde ne ku bi kuştinan gelê Kurd her ku diçe zêde dibin. Kes nema ku zilma dewletê ne dîtî, kes êdî bê deng nabe. Êrîşên li hember Ferqîn, Cizîr, Sur û Nisêbînê berxwedana gel bilind kiriye û hêrsa aştiyê mezin kiriye. Êrîşê dewlete me berbi serkeftinê ve dibe. Xwerêveberin wê me ber bi serkeftinê ve bibe. Divê gelê rojavayê Tirkiyê îlankirin xwerêvebirinê mînak bigre û li hember êrîşan bêdeng nemîne. Divê ji bo Ferqîn, Sur, Nisêbîn û Cizîrê bê deng nemîne. Bila ji komkujiya AKP'ê netirsin û alîgirê demokrasiyê bin."

'Hesabê komkujiyan wê bê xwestin'

Makbûle Gûler jî wiha got: "Bi van êrîşan AKP'ê dixwaze gelê Kurd tune bike. Ji xwe AKP'ê berî hilbijartinê rûyê xwe ya rast nîşan kiribû, sinyalê şer wê demê de dabû. AKP'ê cardin bi ser neket bi hîleyan çû ser îqtîdarê. Çawan ku nikare me bixapîne xwe jî dixapîne ji ber vê dixwaze tolê ji me hilde. Dê rojek hesabê komkujiyan bê xwestin. Erdogan ji bo me tu tiştî îfade nake wê ew qeseri rojek bi serê wî de hilweşe. Êdî gelê Kurd divê bêje 'bese'. Em ê tu caran bê deng nebin û heya dawî dê berxwedana me bidome."

'Em ê tu caran dev ji axê xwe bernedin'

Ayhan Dogru da zanîn ku AKP'ê serhildana gelê Kurd a li hember îqtîdarê xwe napejrîne ji ber vê yekê komkujî pêk tîne. Ayhan wiha got: "AKP'ê dixwaze vîna gelê Ferqînê tune bike, ji ber vê êrîş dike. Îqtîdara AKP'ê baş dizane, dema ku gelê Kurd rabe ser piya ew ê nekare pêşî li wan bigre. Gelê Kurd her tiştê ku dixwaze wê bike, eger îro dibêje xwerêvebirin hêzê tu kesî wê nekaribe asteng bike. AKP'ê dijminê meye em ê li ser axê Kurdistanê destûrê nedin dijminê xwe. Divê kes li hember komkujiyan bê deng nebe û ji bo Ferqînê deng bilind bike. Wek gelê Kurd em ê axê Kurdistanê biparêzin û dev ji axên xwe bernedin. Divê gelê Tirk jî li hember êrîşan bê deng nemînin û dest bidin destê me û em bi hevre aştiyê bînin Tirkiyê."

(rc)