25 Mijdar: Eren Keskîn 'Ji bo çareseriya cînayetê jinan divê jin tevlî siyasetê bibe' (13) DOSYA

10:54

Oyku Dilara Keskin/ JINHA

STENBOL - Parêzer Eren Keskîn derbarê cînayet û dozên jinan de nirxandin kir û destnîşan kir ku divê dadgeha jin bê avakirin û wiha got: "Dewelet cinayetê jinan pêşve dibe. Ji bo çareserkirina cinayetê jinan divê jin cihê xwe di qadê siyasetê de bigre û dexwazê xwe zêdetir bîne ziman."

Li Tirkiyê ji ber zîhniyeta desthilatdariyê her roj jin rastî komkujî, tacîz û teceûzê tên. Ji ber darizandin jî li gorî zîhniyeta mêr hatî hûnandin mafê jin nayê parastin. Jinên ku parastina xwe dikin jî rastî cezayên giran tên. Ji ber vê yekê jin neçar dimîne li berxwedide. Jin li hember şîdet û kuştinan li berxwedide. Jin dê îsal bi wesileya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê têkoşîna xwe bilind bike. Derbarê cînayet û dozên jinan de Parêzera Mafê Mirovan Eren Keskîn nirxandin kir.

'Dewlet cînayetê jinan pêşve dibe'

Eren destnîşan kir ku qanûnê dewleta Tirkiyê nîne û ferq di navbera zagon û sepanan de heye û wiha got: "Heya sala 2005'an di bin navê 'namûsê' de cezayê cînayetan dihat kêm kirin. Cinayet bi navê namûsê dihat rewa kirin û bêy ceza hêştin dihat wateya ku te tiştek baş kiriye. Zagonên 2005 hatin guhertin lê belê hişmendî heman hişmendiye." Eren da zanîn ku dewlet cînayetê jinan pêşve dibe û wiha domkir: "Hîna gelek dadgeh jin wek namûsê mêr dibîne. Eger jin vekirî li xwe bike, bibe evîndarê mêrek ango hevjînê xwe bixapîne wek hincetek rast dibîne. Sedemê kêm dayîna cezayê jî bingeha xwe ji vê hişmendiyê digre."

'Nêrîna dewletê ji jinê re feodal e'

Eren got: "Li erdîngeriyek ku ewqas cînayet lê pêk tê, pêdivî nîne ku dadgeh cezayê xwe kêm bike ji ber ku pêşî li cînayetan girtin bi kêm kirina cezayê pêk nayê. Ji bo pêşî li cînayetê jinan bê girtin divê mêr bên perwerde kirin. Vê perwerdê jî divê dewlet nede ji ber hîna ji jinek re dibêje bêdeng be." Eren bi lêvkir ku nêrîna dewletê li hember jinê feodal û mîlîtare û wiha pêde çû: "Ji ber vê zihniyetê ceza kêm tên dayîn û dozgerên ku li ser vê erdîngeriyê dijîn bi kevneşopî û civaka zayendîperest bandor dibe."

'Ji bo dozên jin divê dadgehê jin bên avakirin'

Eren bal kişand ser dozên parastina cewherî û wiha berdewam kir: "Ji bo pêşî li komkujiya jinan bê girtin divê mafê parastina cewherî bê esas girtin. Divê ji bo dozên jin dadgehê jin bên avakirin. Her wiha divê dozger femînist û jinbin. Ji ber mêr ango jinên ku xwedî zîhniyetê mêrin nikarin biryarê rast bidin. Divê jinên ku rastî şîdetê tên cihê serî lêbide polîs, dozger ango hakîmê jin bin." Eren di dawiya gotina xwe de anî ziman ku riya çareseriyê cînayetên jinan bi cih girtina di nava siyasetê de ye û wiha got: "Divê jin cihê xwe di nava siyasetê de bigre û dexwazên xwe bîne ziman. Di meclîsek ku hêjmarê mêr ji jinan bêhtir be, zagonên rast hêvî kirin wê şaş e. Divê jin di navenda siyasetê de cihê xwe bigre."

(rc)