Bloka Aştiyê çû Farqînê
13:10
JINHA
AMED - Endamên Bloka Aştiyê yê Stenbolê hatin Amedê piştî çserdana KCD'ê ji bo lêkolînê ber bi Farqîna ku 12 rojan di bin êrîşên hêzên dewletê de mabû rêketin.
Endamên Bloka Aştiyê yê Stenbolê ji bo li navçeya Farqînê ya Amedê 12 roja qedexeya derketina kolana lê berdewam kir lêkolînê bike hat Amedê. Endamên Bloka Aştiyê çûn serdana Kongreya Civakî ya Demokratîk û ji wir jî ber bi Farqînê ve bi rê ket. Serokê Platforma Komeleyên Guneydoguyê Abdulhekîm Taş li ser navê heyetê axivî. Abdulhekîm diyar kir ku ji bo tiştên li Farqînê hatine jiyîn di cih de bibînin ji Stenbolê hatine û got ku ew ê çavdêriyên xwe yên di encama lêkolînê derketin holê li Stenbolê ji raya giştî re aşkere bikin. Abdulhekîm anî ziman ku pêkanînên salên 90'î xistine dewerê û wiha axivî: "Dewlet vegeriyaye konsepta û eyara xwe ya berê. Pêkanîn dewletê yên li vir xistiye meriyetê ji salên 90'i jî wêdetir e."
(rc)