Jina di bin trênê de ma jiyana xwe ji dest da
13:12
JINHA
ÎZMÎR - Hat îdiakirin ku jina ciwan a 17 salî Îrem Umrem B. xwe avêt ber trêna di navbera Alîaga û Cumaova ya Îzmîrê de dixebate û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Bayrakliya Îzmîrê hat îdiakirin ku jina ciwan a 17'e salî Îrem Umrem B. şevê din xwe avêt ber trêna di navbera Alîaga û Cumaova ya Îzmîrê de dixebate û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê welatiyan agahî da ekîbên tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê mudaxaleya ewilî kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê. Ligel hemû helwdanên rizgarkirinê jî Îrem nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Îrem ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Dozgerî der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.
(rc)