'Em bi têkoşîna gerîlayên xwe serbilindin'
14:22
JINHA
COLEMÊRG - Piştî nasnameyê sê gerîlayên ku di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkere kirin, li Colemêrgê malbatê hersê gerîlayan konê taziyê avakir. Dayîkên aştî, nûnerên HDP'ê û aktivîstên KJA'ê taziyê ziyaret kirin.
Piştî nasnameyê sê gerîlayên ku di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkere kirin, malbatê hersê gerîlayan li taxa Karşiyakayê a Colemêrgê konê taziyê avakir. Îro li ser navê Dayîkên Aştî, HDP'ê û KJA'yê heyetek taziyê ziyaret kirin. Dayîka gerîlayê bi navê Remzî Çelebîoglu (Firat) Amîna Çelebîogulu di taziyê de axivî û wiha got: "Serê tevahî gelê Kurdistanê saxbe. Remzî ne tenê kurê mine şervanê tevahî gelê Kurdistanê ye. Ez bi têkoşîna kurê xwe serbilindim. Em naxwezin ku kes bê kuştin, lê belê xwedê kezeba Erdogan jî bişewtîne. Min cenazê kurê xwe hilneda ser milê xwe û oxir nekir lê ez bi têkoşîna kurê xwe serbilindim."
Piştî wê dayîka gerîlayê bi nav Orhan Hurmanci (Orhan) Sabriye Hurmanci jî axivî. Sabriye got: "Bi berxwedaniya kurê xwe ez serbilindim. Serê tevahî gelê kurdistanê saxbe. Em ê her dem şopdarê berxwedana zarokên xwe bin."
(zyd/rc)