'Di 25'ê Mijdarê de jin bi daketina qadan dê xwedî li têkoşîna xwişkên Mîrabal derkevin'

15:04

JINHA

COLEMÊRG - Navenda Jinên Binevşê, KJA û Dayîkên Aştî derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di 25'ê Mijdarê de ji bi daketina qadan dê xwedî li têkoşîna xwişkên Mîrabal derkevin.

Li Navenda Jinên Binevşê KJA û Dayîkên Aştî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Sekretera Navenda Binevşê Ozgul Dogan ve hat xwedin. Di daxuyaniyê de têkoşîna xwişkên Mîrabal hat ziman û wiha hat gotin: "Li hember dîktetoran têkoşîna ku xwişkên Mîrabal bu çîrok. Niha jî alê xwişkên Mîrabal tevahî jinên cîhanê dewir girtiye. Wek jin em ê asta têkoşînê li hember nijedperestan, tundî û tune hesab kirinê bilind bikin. Her wiha li hember ne wekheviyê em ê li qadan dengê xwe bilind bikin û bi daketina qadan em ê xwedî li têkoşîna xwişkên Mîrabal derbikevin. Ji bo xwedî li têkoşîna xwişkên Mîrabal derkevin, em bang li tevahî jinan dikin ku di 25'ê Mijdarê de derkevin."

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku durişmeya 25'ê Mijdarê wê bibe "Tundiya mêr bîrdoziye, xweparastin mafe." Plansaziya rojê jî wê jin li ber avahiya şaredariyê kom bibin û heya Nexweşxaneya Colemêrgê bi lêdana erbanan û meşê bi dawî bibe.

(zyd/rc)