Li Kobanê xebatê 25'ê Mijdarê dideome

16:17

JINHA

KOBANÊ - Yekîtiya Star û Mala Jin di çerçoveya xebatê 25'ê Mijdarê de semîner li taxa Şehîd Yehya ji bo jinan da.

Di çerçoveya xebatê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, Yekîtiya Star û Mala Jin li taxa Şehîd Yehya semîner da jinan. Rêveberiya Yekîtiya Star Sara Xelîl û Rêveberiya Mala Jin Xalîsa Hec Qadir semînerê rêvebirin û li ser girîngiya têkoşîna jin û şîdetê li dijî jin a ku tê kirin hat rawestandin. Her wiha li ser girîngiya têgeha azadiyê nîqaş kirin. Semîner piştî pirs û bersiv bi dawî bû.

(re/rc)