Mûlkiye Bîrtane: Jin dê zimanê medya ê mêr bughere
09:08
Têkoşîn Tekîn-Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Endama Meclîsa Daîmî a KCD'ê Mûlkiye Bîrtane zimanê medya ê mêr û êrîşên ku li hember jin pêk tê nirxand û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê ji têkoşîna jinan ditirse ji ber vê medyayê navendî xistiye xizmetê xwe. Mûlkiye destnîşan kir ku li hember êrîşan têkoşîna jinan bilind bûye û got ku jin dê zimanê medya ê mêr buhere.
Desthilatdariya AKP'ê her roj êrîşa xwe li hember jin zêdetir dibe û di demên dawiyê de li herêma Kurdistanê di encamê pêvçûnan de Parlementerên jin ên HDP'ê jî dibin hedefê van êrîşan. Li gel êrîşên li hember hilbijêran, medya jî bi zimanê xwe ê desthilatdar her ku diçe êrîşên xwe zêde dike. Herî dawî li Ferqînê Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yûksekdag tevî heyetê rastî êrîşê polîsan hatin. Derbarê êrîşan de Rojnameya Yenî Akît sernavê "Ên ku dixwazin biçin Ferqînê dê wek Fîgen Yûksekdag şil bibin" û di hesabên civakî de jî gotinên wek "Fonu Fîgen Yûksekdag xirab bû" hat pervekirin.
'AKP'ê medyayê navendî xistiye xizmeta xwe'
Endama Meclîsa Daîmî a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mûlkiye Bîrtane êrîşên hember jin û zimanê medyayê nirxand û diyar kir ku desthilatdariyê AKP'ê ji bo pêşî li têkoşîna jinan bigre medyayê navendî xistiye xizmeta xwe. Mûlkiye gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên 'Jin be jî zarok be jî tiştê pêwîst wê bê kirin' bi bîrxist û wiha got: "Êrîşê dewletê li hember jinan bê navber berdewam dike. Li Colemêrgê Selma Irmak, li Ferqînê Fîgen Yûksekdag bu hedefê êrîşên dewletê. Dewlet ji jinan, têkoşîna jinan û ji birdoziya jinan ditirse ji ber vê ewqas êrîş dike."
'Di hedefa şer de jin heye'
Mûlkiye destnîşan kir ku hedefa şer jine û wiha domkir: "Dewlet destpêkê êrîşê jinan dike û piştre jî zarok û ciwanan qetil dike. Divê mirov vê yekê bi hevre binirxîne. Li kur têkoşîn li hember desthilatdariyê heye û kî dewa jiyana azad dike ewder dibe hedefê êrîşan. Desthilatdariya AKP'ê ji têkoşîna jinan ditirse û destûrê nade. Jin pêşengiya civakê dikin. Ji bo ku polîtîkayên xwe li ser zîhniyeta 5 hezar sal a desthilatdariyê bidomîne, jin di nav çar dîwaran de bigre, bifetsîne û lêgerîna azadiyê bişkîne êrîş dike."
'Divê jin yekîtiya xwe bihêz bike û zimanê desthilatdariyê bughere'
Mûlkiye da zanîn ku medya bi zimanê desthilatdariyê û di bin bandora hikûmeta AKP'ê de rêve diçe û got ji ber vê yekê medya navendî wê tu caran azad nebe. Mûlkiye wiha pêde çû: "Desthilatdarî bi kîjan pergalê tevbigere medya navendî û çapemenî di bin wê bandorê de tevdigere. Medya zimanê jin biçûk bixe û tûne bike bikartîne. Ev yek bi zîhniyeta mêr ve girêdaye. Medya weşanê xwe bi zimanê ku jin tewamber bike û ji siyasetê dûr bixe pêk tîne. Heya ku dibin bandora desthilatdariyê de bin dê ev ziman neyê guhertin. Divê em wek jin bibin yek û zimanê desthilatdariyê bugherin."
(rc)