Jinên Şengalî: Em ji YPJ'ê hînê berxwedanê bûn

09:57

Zeynep Akın/JINHA

ÊLIH - Jinên Şengalê diyar kirin ku ew bi azadkirina Şengalê gelek kêfxweşin û spasiya xwe ji hêzên YPG û YPJ'ê re xwestin. Jinan destnîşan kirin ku ew ji YPJ'ê hînê berxwedanê bûne û ew komkujiya ser Êzidiyan nepejrînin.

Şengaliyên ku neçar man ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li Êlihê bi cih bibin, kêfxweşiyê xwe li hember azadkirina Şengal anîn ziman û benda vegera warê xwe ne. Jinan dan zanîn ku di dema êrîşê de ew şervanên YPG/YPJ'ê li dora xwe dîtine û gotin wek hemû cîhan ew jî ji şervanên YPJ'ê hînê berxwedanê bûne.

'Me pir bîra axê xwe kiriye'

Nedo Abdullah a 42 salî wiha got: "PKK'ê gelek tişt ji bo me kir, heya ku em saxbin em ê vê başiyê ji bîr nekin. Rizgarkirina Şengalê me pir kêfxweş kir. Ji ber gelek jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê dene em dêşin. Ew jî azad bibin em ê hîn zêdetir kêfxweşbin. Şengal warê mezinên mene, ji bo me pîroze em dixwazin vegerin. Me pir bîra axê xwe kiriye."

'Em dixwazin li welatê xwe azad bijîn'

Wense Xelef(25) bi azadkirina Şengalê re kêfxweşe û diyar kir ku ew dixwazin tevî jinên Êzidî ên di destê DAIŞ'ê de vegerin Şengalê. Wense got: "Tu car me nexwast em Şengal berdin û em ê bernedin jî. Ji Şengalê cihek xweştir nîne. Cihê vê koçberiyê em dixwazin vegerin ser axên xwe. Wek tevahî gel em jî dixwazin ser axê xwe bijîn. Me gelek qirkirin, komkujî û koçberî dît. Em êdî dixwazin li welatê xwe azad bijîn."

'Me 74 komkujî dît lê di berxwedana Şengalê de em hînê gelek tiştan bûn'

Wense destnîşan kir ku encama têkoşîna YPG/YPJ'ê de Şengal hat azad kirin û wiha got: "Di şerê Rojava û Şengalê de me hêza jinan dît. Wek gelê Êzidî me 74 komkujî dît lê di berxwedana Şengalê de em hînê gelek tiştan bûn. Em dixwazin YBŞ'ê bi hêztir bibe. Em hêvî dikin ku rastî qirkirinek din neyên, eger bû jî em ê vê carê bersivek bi hêz bidin."

'Em hînê berxwedanê bûn'

Rabha Naîf (20) hemû têkoşînvanan silav kir û got ku ew bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewîne. Rabha got: "Ji vir heya çiyayê Şengalê ez silav dişînim. Şengal hat azadkirin niha jî dora jinên Êzidî ên di destê çeteyên DAIŞ'ê de bên azad kirin. Hêviyê me mezine. Wek gelê Êzidî em ê her hebin. Ev doza Melekê Tawise. Em ê cardin werin ba hev û bijîn. Em ji YPJI/YPG'ê hînê têkoşîn û berxwedanê bûn. Em ê xwedî li doza xwe derên."

'Piştî me berxwedana YPJ'ê dît em ê dev ji têkoşînê bernedin'

Tirkan Êzidî a 24 salî jî wiha got: "Em ji şervanên YPJ'ê hînê hertiştê bûn. Piştî me wan dît em hînê têkoşîn, berxwedanê bûn. YPG/YPJ'ê li çiyayê Şengalê me rizgar kirin.i"

(rc)