Ji bo avakirina jiyanê gavek din ji aliyê jinan ve hat avêtin
11:50
Mijdar
18
/ 2015
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Jinên bajarê Girkê Legê ji bo avakirina jiyana xwe û pêşwazî kirina aboriyê Kargeha Zevîn avakir.
Li tevahî bajarên Rojava xebatên înşaya civaka demokratîk bi pêşengî û kedê jinan tê rêvebirin. Jinên bajarê Girkê Legê bi armanca pêşwazîkirina aboriyên xwe û fereh kirina qadê xebatê Kargeha Zevîn avakir. Projeyê Kargeha bi pêşengiya Komîteya Jin a Şaredariya Gel ya bajêr hat kirin. Jin di kargehê de rêçel, zeytûn û gelek berhem çêdikin. Kargeh her çiqas nû hatibe vekirin jî rastî eleqeyk mezin ji aliyê welatiyan ve tê.
(rc)