Jinên Cizîrê wê bi rihê xweseriyê tevli çalakiyê 25 Mijdarê bibin

12:34

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê KJA'ê bernama xwe ya 25 ‘ê Mijdarê eşkere kir. Xebatkara Şêwirmendiya bi jinê re Yasamin İnaç bernamê bi çapemeniyê re parve kir û ji jinan xwest ku roja 25 Mijdarê bi rihê xweseriya demokratîk li qadan bin.

KJA'ê li Cizîrê bernama çalakiyê xwe yê ku di çarçevoya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li hember şîdeta li ser jinê tê li darxistin bi civîna çapemeniyê eşkere kir. Hevseroka Meclisa Bajêr Aysa Yuksel, Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Semîra Oruç û aktivistên KJA’ê tevlî civînê bûn. Xebatkara Navenda Şêwirmendiyê Yasemîn İnanç li vê derê axivî û diyar kir ew îsal çalakiyê xwe bi durişmeya “ Tundiya li hember jinê bîrdoziye xwe parastina cewherî rewa ye” li dar dixin. Yasemin desnîşan kir ku îsal wê bernamê xwe li taxên ku rastî êrîşa deweltê bûne li dar bixin û bernamê wiha rêz kir:

* Wê ji 16 Mijdarê heya 20 Mijdarê li hemû taxan bi jinan re civîn bên girtin û di wan cîvînan de wateya 25’ê Mijdarê bê nîqaş kirin.

*Wê di 21 Mijdarê li taxa Yafesê 22 Mijdarê li Nurê, 23 Mehê li Sur û Cudî filmên di derbarê têkoşîna jinê de bê nîşandan.

* 24 Mijdarê li hemû taxan meşên bi meşale wê bên li darxistin.

*25 mehê jî ew ê li ber DBP’ê kom bibin û heya Kolana Hûnerê bimeşin

Yasamîn herî dawî bang li hemû jinên Cizîra Botan kir û xwest ku roja 25 ‘ê mijdarê hemû jim bi rihê xweseriyê li qadanbin û ev tişt got: “ Em van xebatên xwe di şexsê xwişkê Mirabal de diyarî hemû şehîdên Kurdistanê dikin.”

(ma/rc)