'Selamet Yeşîlmen bi guleyên taybet hat qetilkirin'

13:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî da zanîn ku dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen (44) a li Nisêbînê li ber derê mala xwe hat qetilkirin, bi guleyên ku ji guleyên din bileztir diçe û di laş de diteqe hatiye qetilkirin.

Derbarê kuştina dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen (44) de her çiqas rayedarên dewletê hewl bidin rastiyan veşêrin jî, hemû dane nîşan didin ku Selamet ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye kuştin. Di rapora otopsiya Selamet a ku bi lez û bez hatibû amadekirin de, sedema mirina wê wekî şikestina hestûyan û xwînîbûna lebatên hundir hatibû diyarkirin.

Di rapora otopsiyê de derbarê çeka ku bûye sedema mirina Selamet jî tu dane an jî agahî cih negirtibû û 6 parçeyên hesin ên ji laşê wê hatin derxistin jî ji bo lêkolîna balîstîk ji Saziya Tip a Edlî re hatibû şandin. Derbarê kuştina Selamet de, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî agahiyên nû û balkêş parvekir. Tahîr da zanîn ku Selamet ne bi parçeyên şerapnelê, bi guleyên taybet ji aliyê polîsên taybet ve hatiye kuştin. Tahîr, rapora otopsiyê ji Rojnameya Cumhuriyetê re nirxand û got Selamet bi cûreyeke guleyan a ku ji guleyên normal bileztir diçe û dema li laş dikeve di laş de parçe dibe hatiye kuştin.

(rc)