Li Serêkaniyê xebatê 25'ê Mijdarê didome

13:17

JINHA

SERÊKANIYÊ - Koordînasyona jinan a ku cihê xwe di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de digrin, di çerçoveyê xebatê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê civîn li darxist.

Rêzeçalakiyên ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, ku Jinên Rêveriya Xweser ên Kantona Cizîrê di bin navê ‘Bila şoreşa me, bibe destpêka dawîkirina tûndiyê’ dane destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de jî li taxa Zeredeşt û gundê Um El-Xêr ên bajarê Serêkaniyê civîn hatin lidarxistin. Di civîna ku li taxa Zeredeşt de hat lidarxistin de Cîgira Serokê Desteya Mafê Mirovan Welîde Hesen axivî. Di civîna li gundê Um El-Xêr de jî Cîgira Serokê Desteya Hundirîn Asîman Derbas tevlîbû. Di civînan de berxwedana jin di şoreşa Rojava de hat ziman û hat gotin ku jinan bi têkoşîna xwe ji civakê re bûn pêşeng û wiha hate domandin: “ Jina Rojava bi zihniyeta jiyana azad, beşdarî hemû qadên civakê bûn."

(rc)