Dayikên Aşitiyê : Îro Şengal, Kobanê û Nisêbîn gihane hev

13:50

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê Meclisa Dayikên Aşitiyê bi armanca qedexeya derketina Kolanan a Nisêbînê şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyên. Dayîkan êrişên li ser Nisêbînê şermezar kir û desnîşan kirin ku jin dema borî şer asteng dikirin niha jî dibin hedefê çeteyên AKP'ê.

Meclisa Dayikên Aşitiyê li Cizîrê bi daxuyeniyek êrîşên ku ev 5 rojin li ser gelê Nisêbînê tê meşandin şermezar kirin. Dayikên ku desmalê spî dabûn serê xwe li ber avahiya DBP’ê hatin cem hev û daxuyanî dan. Li ser navê Dayîkên Aştiyê Eyşe Erten axivî û qetlîama ku li ser gelê Kurd tê meşandin şermezar kir û ev tişt anî ziman:” Dewletê 12 rojan terorek mezin li Farqînê da meşandin. Di anonsan da dibêje ji bo canê we û malê em derketina kolanan qerdexe dikin lê tiştê ku tê jîn tersê vê yekê ye. Canê me jî malê me jî di dema van qedexeyan de diçe.” Eyşe bertek li hember gotinê wek “ Me teroristan kuştiye” nîşan da û wiha got:” Kesê hatine kuştin hemû zarokê mene yê xerîb hûn, tank û topên we ne. We dayîka xwe yê 5 zarokan li Nisêbînê qetil kir. Bese êdî tu mirov nekin qurbanê qesra xwe. Tu bi topan êrîşê me dikî, ma qey em welatiyê ten e?."

‘Îro Şengal, Koban û Nisêbîn gihane hev’

Endama Meclisê Rihmete Aşîkar jî axivî û ji hemû Kurdan xwest ku li hember êrîşan bibin yek û ev tişt anî ziman:” Ez bang li hemû gel dikim, bila destê xwe bidin hev. Bese her roj bajerek tê dorpêç kirin. Divê em li tevahiya bajarên xwe xwedî li berxwedanê derên. Dayîka Aşitiyê Wesîla Darica jî axivî û got: "Berê dema ku şer di navbera du eşîran de pêk hatiba jin dikete navberê û şer radiwestand, lê niha dewlet êrîşê jinan dike û qetil dike. Erdogan qetlimê li Pîrsûs, Amed û li Enqerê pêk anî. Ev hemû DAİŞ’a Erdogan e li serê me dike. Lê îro em hemû bûne yek Şengal, Koban, Nisêbîn hemû destê wan gihêştiye hevdu. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pey doza xwe bin.”

(ma/rc)