Li Dêrsimê ji bo jinên girtî kart şandin

14:29

JINHA

DÊRSIM - Platforma Jinan a Dêrsim, ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember şîdeta li dijî Jinan bernameya aktîvîteyan aşkera kir.

Platforma Jinan a Dêrsim, ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember şîdeta li dijî Jinan bernameya Aktîvîteyan aşkera kir. Jinan bi şandina kartan ji bo jinên girtî dest bi bernameya xwe kirin. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn û xebatkarên Navenda Şêwirmendiyê ya Jiyan û Jinan a Dêrsimê jî di nav de Platforma Jinan a Dêsimê li ber avahiya PTT’ê bernameya aktîvîteyan eşkere kir.

Civaknasa Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariyê Ozlem Ûç Çîçek a li vir daxuyanî xwend bal kişand ser qetilkirina Xwişkên Mîrabel ên li hember dîktatoriya Komara Domînîk têdikoşiyan. Ozlem got, "25’ê Mijdarê roja şermê û salvegera şerma mirovatiyê ye. Ji wê rojê heta niha jin her 25’ê Mijdarê hêrsa têkoşîna xwe diherikînin kolanan.”

'Piştevanî, rêxistinbûn û têkoşîn'

Ozlem wiha axivî: “Sala 2015’an heta meha Cotmehê 346 jin hatin qetilkirin. Em dikarin van qatilkirinan bisekinînin. Şîdet, tacîz û tecawizan berdewam kir. Em dikarin li hember rabin. Di vê atmosfera pevçûnê ya welatê me de qetilkirina zarok û jinan didome. Kurd, Tirk û tevahî gelên di vî welatî de, em dikarin di nav wekhevî, azadî û aştiyê de bijîn. Di şexsê Ekîn Wan, bedena me li kolanên Gimgimê li pey panzeran dikşînin, her cûre şerê qirêj ên li ser bedenên me tên meşandin em dikarin bi berxwedanê bisekinînin. Di serî de Şengal, li Rojhilata Navîn jin li bazarên koleyan tên firotin. Bi piştevaniya me ya sînoran jî derbas dike em dikarin Rojhilata Navîn bikin qadek têkoşînê. Zîhniyeta desthilatiyê ku ji nav û dengê jinê jî bê tehemmul e, bi êrîşa li dijî Fîgen Yuksekdag re xwe careke din danî holê. Ji bo cîhanek bê şîdet, bê şer, em karibin wek mirovan bijîn, werin piştevaniyê, rêxistinbûyinê û têkoşînê!"

Jinan ji jinên girtî re kart şandin û bi dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Piştevaniya Jinan” ji ber PTT’ê veqetiyan.

Bernameya aktîvîteyan

Di çalakiyê de bernameya aktîvîteyên hefteyekê hat aşkerakirin:

"21’ê Mijdarê roja Şemiyê saet 12.00'an li Qada Seyîd Riza Platforma Jinan,

22’yê Mijdarê bi karkerên Mûnzûr Sûyê di grevê de ne piştevanî,

Serdana malbata gerîlaya YJA Star Ebrû Oz a di navbera 15-19’ê Cotmehê de li bejahiya Pilemur di operasyona hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da,

25’ê Mijdarê roja Çarşemê li ber Bîrdariya Azadiyê daxuyanî, paşê beşdariya Doza Meral Tîmtîk."

(rc)