Li Nisêbînê kesekî din hat qetilkirin

14:43

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê, êrîşa hêzên dewletê ya li hemberî gel dewam dike.

Li Nisêbînê, êrîşa hêzên dewletê ya li hemberî gel dewam dike. Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, topa hawanê ya ji aliyê hêzên dewletê ve hat avêtin, li taxa Abdulkadîrpaşa ket. Di êrîşê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, danê nîvro topa hawanê avêtin taxa Abdulkadîrpaşa ya Nisêbînê. Topa hawanê ya hêzên dewletê, li kolana Şîrîn teqiya. Di encama teqîna topa hawanê de Hasan Dag (45-50 salî) jiyana xwe ji dest da. Gul Tûtak (40) jî birîndar bû. Gul Tûtak dayîka Yilmaz Tûtak ê pêr birîndar bibû ye.

(rc)