Keştiya penaberan noqî avê bû: 10 kes wenda ye

15:04

JINHA

MUGLA - Li Bodrumê keştiya ku 15 penaber hildabû noqî avê bû, 5 kes hat xilas kirin û deh kes jî wenda ye.

Keçtiya ku ji navçeya Bodruma Mugla yê ber bi Gireva Îstankoyê ya Yunanîstanê ve bi rêketî noqî avê bû. Di keştiya ku têde 15 penaberên Suriyê hebûn, 5 kes ji aliyê ekîbên Ewlehiya peravê ve hatin xilas kirin. Ji ber guherîna demsalê her ku diçe bayê bi şîdet li derya zêde dibe û 10 kesên wenda hîna ne hatin dîtin.

(rc)